Fatih Erbakan: Em ne li dijî perwedehiya bi zimanê dayikê ne
Diyarbekir (K24) – Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan li Diyarbekirê di derheqa rojevê de bersiva pirsên rojnamevana da û di derheqa qedexekirina navê Şêx Seîd ji aliyê dadgehê ve de jî, amaje kir ku biryarek ew şaş e û divê biryar were betalkirin. Bo perwerdehiya zimanê dayikê jî, amaje kir ku ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê dayikê ne.
Bo bernameyeka 2 rojî Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan serdana Diyarbekirê kir. Fatih Erbakanî li ser pirsa Kurdistanê ya di derheqa Şêx Seîd de amaje kir ku qedexekirina navê Şêx Seîd ya ji aliyê dadgehê ve biryarek şaş e û çi pirsgirêkek nîne ku navê Şêx Seîd were jiyin, ji ber ku xelk jî vê yekê dixwaze divê guvaş neyê kirin.
Fatih Erbakan di derheqa perwerdehiya bi zimanê dayikê de jî anî zimên ku bila zimanê fermî yê Tirkiyeyê yek be lê ew ne li dijî perwerdehiya bi zimanê dayikê ne û pêkan e ku çareseriyek bo vê yekê were dîtin.
Di derheqa pêvajoyê de jî, Erbakan anî zimên ku divê pêşiyê çekdanîna PKKê ji aliyê Lijneya Ewlekariyê ve were pesendkirin ku piştî wê yekê dê avêtina pêngavan were rojevê.
Di çalakiyek DEM Partiyê ya bajarê Muglayê de, piştî çalakiyê rêveberên Yenîden Refahê yên Muglayê wekî ku çalakvanan kolanên Muglayê kirêt kiribin kolan bi ava sihikê şûştibûn.
Ev helwesta rêveberên Yenîden Refahê rastî bertekan hatibû, ku Fatih Erbakan jî li ser vê yekê da zanîn ku ew helwesta rêveberên Yenîden Refahê şaş bû û ew rêveber hatine cezakirin.