Li Kerkûkê konsêrta "Geriyanek ber bi aramiyê ve" tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsêrta "Geriyanek ber bi aramiyê ve", bi serperiştiya Tiwana Bekir û di bin navnîşana "Jenîna wan xewnên ku baweriya wan bi paşerojê heye", îro li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê tê lidarxistin.

Serperiştê konsêrta "Geriyanek ber bi aramiyê ve" Tiwana Bekir îro În, 23ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev konsêrt ji sê pişkan pêk tê; pişka yekê girêdayî heşt şaşgirdên min e, ku her yek ji wan parçeke mûzîka klasîk a cîhanî pêşkêş dike. Bi vî awayî, heşt parçeyên mûzîkê ji aliyê heşt şagirdan ve li beranberî amadebûyîyan tên jenîn û derfetek bo nîşandana şiyanên mûzîkjenî û asta fêrbûna wan tê peydakirin."

Tiwana Bekir di derheqa pişka duyê ya konsêrtê de jî got: "Pişka duyê ya konsêrtê tevlîbûna min ligel yek ji şaşgirdên min e, ku di warê xwendina deng û stranbêjiyê de çalak e û herwesa piyanoyê jî dijene. Ev pişk têkelyeka jenîna piyanoyê û pêşkêşkirina dengî ye û rola hevkariya di navbera mamoste û şagirdan de di pêşkêşkirina karekê hevpar ê hunerî de dide xuyakirin."

Navbirî eşkere jî kir: "Di pişka sêyê ya konsêrtê de jî, ez ligel klarnetjenekî çend stranên kurdî pêşkêş dikim ku bo piyano û klarnetê hatine amadekirin. Ev pişk taybetmendiyeke cuda ya vê konsêrtê ye, ji ber ku stranên kurdî bi rêya hevahengiya du amûrên mûzîkî tên pêşkêşkirin û derfetek bo guhdarîkirina stranên kurdî bi rengekê amûrî û cuda peyda dikin."

Ev konsêrt bi rêya komkirina şagird û hunermendan li ser yek sekoyê bizavek e bo pêşkêşkirina mûzîka klasîk û kurdî û nîşandana şiyanên ciwanan ên mûzîkjeniyê, herweha çêkirina derfetekê bo wê yekê ku şagird ezmûna pêşkêşkirina karên xwe li beranberî amadebûyîyan bi dest bixin.