Amedsporê li derve Samsunspor bi encama 2-1 têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Amedspora ku nîveka yekem li hember Samsunsporê bipaş ketibû, di nîveka duyem de vegereke mezin pêk anî û ji yarîgeha Samsunsporê bi 3 pûanan vegeriya.

Di çarçoveya hefteya 9emîn a Trendyol Super Lîgê de, Samsunsporê li qada xwe pêşwaziya tîma Amedsporê kir. Amedspor jî bi encama (1-2) biser ket.

Di xuleka 21ê ya yariyê de, tîma Samsunsporê gola ku lê digeriya dît û Logi Tomasson gola yekem tomar kir. Lê belê di xuleka 37an de ji tîma Samsunsporê Afonso Sousa kerta zer a duyem wergirt û bi kerta sor ji lîstikê hat derxistin. Piştî mayîna 10 kesan li qadê, nîveka yekem bi serkeftina 1-0 a Samsunsporê bidawî bû.

Amedsporê di nîveka duyem de bi temamî kontrola lîstikê girt destê xwe. Di xuleka 72an de Amedsporê penaltiyek bidest xist; Orban çû ser gogê û encam kir 1-1.

Bi vê golê re fişar zêde bû û êrîşên Amedsporê dewam kirin. Di xuleka 83an de stêrka tîmê Dia Saba bi goleke din, Amedspor 2-1 xiste pêş.

Bi vî awayî Amedsporê ji vê yarîgeha dijwar 3 pûanên zêrîn bidest xistin û bi 20 pûanan pêşengiya xwe ya di rêzbendiya Super Lîgê de, bi awayekî demkî domand û pêşengiyê dê li benda yariya Galatasaray û Fenerbahçe bimîne, ku dê sibe rûbirûyî hev bibin.