PWKê li Stenbolê helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn bibîr anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûneratiya Stenbolê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi beşdariya endam, rêveber û hezkiriyên wêjeya kurdî, ji bo helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn civîneke bîranînê lidar xist.
Li gorî daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKyê, roja 25ê Cotmeha 2026an, li buroya nûneratiya partiyê ya li Stenbolê, civîneke taybet ji bo bibîranîna xebat, jiyan û mîrateya edebî ya Cegerxwîn hat lidarxistin.
Di civîna bîranînê de, Endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya PWKê Abdulmecîd Kapazan semînerek li ser jiyan, têkoşîn û helbestvaniya Cegerxwîn pêşkêş kir.
Kapazan di semînera xwe de bal kişand ser bandora helbestên Cegerxwîn li ser hişyariya neteweyî ya kurdî û rola wî ya pêşeng di edebiyata nûjen a kurdî de; her wiha di dawiya axaftina xwe de helbesteke nemir a Cegerxwîn xwend.
Di berdewamiya bernameyê de, Endamê MP ya PWKyê Farûk Durre jî helbesteke Cegerxwîn ji bo amadebûyan xwend.
Civîna bîranînê bi guftûgo û nirxandina li ser xebatên helbestvanê kedkar ê gelê Kurd bi dawî bû.