Îro salvegera 9ê ya Dastana Sihêlayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera nehê ya Dastana Sihêlayê de, fermandarên Pêşmergeyan behsa hûrgiliyên wê rojê dikin ka çawa Pêşmergeyan bi moraleka bilind ve êrîşeka berfireh a Hêşda Şeibî û hêzên Îraqî şikand û girt li dagirkirina Kurdistanê girt.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li roja 26ê Cotmeha sala 2017ê, li Mîhwera Sihêlayê êrîşeka berfireh a hêzên Îraqî û çekdarên Hêşda Şeibî şikand û rê li pêşveçûna wan bo nava axa Herêma Kurdistanê girt.

Berpirsê Mîhwera Rojavayê Dicleyê ya Hêzên Pêşmergeyan Şêx Elî Gelîromanî di derheqa wê êrîşê û berevaniya Pêşmergeyan de ji peyamnêrê Kurdistan24ê Bêwar Hilmî re ragihand ku ew êrîşeka pir giran bû, zêdetir ji 800 amûrên leşkerî û 30 hezar leşkeran li bereyekê dirêj bi dirêjahiya 50 kîlometreyan êrîş anî.

Şêx Elî amaje bi wê yekê jî da ku Pêşmergeyan bersiveka pir tund hebû û gurzekî mezin li êrîşkeran da, bi rengekî ku du debabeyên Abrams û gelek amûrên din ên leşkerî wêran kirin.

Di bereyên pêş ên şer de, tevaya hêzên Kurdistanê hev girt. Di vî warî de, Xelef Kinco ê Amir Lîwa di nav hêzên Pêşmergeyan de got ku Pêşmergeyan û Asayîşê û hemî hêzên navxweyî dest xistin nava destên hev û li beranberî dijmin rawestan û morala Pêşmergeyan pir bilind bû.

Her di derheqa dema rûbirûbûnan de, Îbrahîm Omer ê Amir Fewc di nav hêzên Pêşmergeyan de behsa wê yekê kir ku dema ku êrîşber pêşve hatin, Pêşmerge lê rabûn û debabe û hamerên wan pûç kirin, bi vê yekê jî tirseke mezin kete dilê êrîşkeran.

Di Dastana Sihêlayê de, 22 Pêşmergeyên qehreman bo parastina axa Kurdistanê canê xwe feda kir û şehîd bûn, li beranberî wê yekê jî zêdetir ji 250 çekdarên hêzên êrîşker hatin kuştin û bi şkestineka mezin paşve çûn.

Yek ji wan fermandarên ku rolekê diyar di berevanîkirinê de hebû şehîd Wehîd Bakozî bû. Hoşeng Wehîd Bakozî, ku kurê wî fermandarê şehîd e, bi serbilindî ve behsa rêbaza bavê xwe dike û dibêje: "Em jî hez dikin wekî bav û bapîrên xwe şehîd bibin, em hez nakin wekî kesekî asayî bijîn, ji ber ku şehîdbûn ji bo niştîmanê me ji bo me pîroztirîn tişt e."

Niha û piştî derbazbûna neh salan di ser wê dîrokê re, hêzên Pêşmergeyan hêj di sengeran de ne û bi îradeyeke bilind ve axa Kurdistanê diparêzin, daku welatî di aramî û ewlehiyê de bijîn, herwesa ew wê peyamê bidin cîhanê ku îrade û bawerî ji hemî çekan bihêztir e.