Mesrûr Barzanî: Em bêyî cudahî xizmeta xelkê hemî deverên Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihokê ligel keasatî û texên devera Behdînan civiya û tekez li ser xizmetkirina bêyî cudahî û piştgirîkirina kerta çandinê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Dihokê, ligel hejmareke zêde ya kesatiyên pêkhate û texên devera Behdînan civiya.
Mesrûr Barzanî amaje bi dîroka xebat û qurbanîdana pir ji serweriya xelkê deverê di bizava rizgarîaxwaziya gelê Kurdistanê de kir û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê serekî dizane ku bi rengekê hejî xizmeta xelkê vê deverê û hemî deverên Kurdistanê bêyî ciyawazî bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herweha behsa pêgeha giring a deverê ji aliyê aborî, geştyarî û çandinê ve kir, di vî warî de tekez jî kir ku di çarçoveya karnameya hikûmetê de di warê pirrengkirina aboriyê de, me giringî daye kerta çandin û berhemên navxweyî û me bo alîkariya cotkarên Kurdistanê û dîtina bazarê bo berhemên wan kar kiriye.
Li dawiyê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva dîtin, têbînî û pêşniyarên kesên amadebûyî da.