Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Sûriyeyê sibe li Şamê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi serdaneke fermî bo dîtina Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera diçe Şamê, daku li ser peywendiyên dualî, ewlehiya sînoran û lihevguhertinên bazirganî danûstandin bikin.
Çavkaniyekê ji Nivîsingaha Serokwezîrê Îraqê bo Kurdistan24ê ragihand ku biryar e Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî sibe Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, tevî şandeke bilind a hikûmeta federal di çarçoveya serdaneke fermî de serdana Şama paytexta Sûriyeyê bike û ligel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera bicive.
Li gorî zaniyarên ku ji wê çavkaniyê bi dest Kurdistan24ê ketine, di çarçoveya wê civîna lûtkeyî ya di wan navbera her du serkirdeyan de, hejmareka dosyayên girîng û stratejîk dê bên nîqaşkirin, ku pirsa serekî asayîkirin û bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera her du aliyan di hemî astan de ye.
Her li gorî wan zaniyaran, doza ewlehiyê û pirsa kontrolkirina tund a sînorên hevpar ên navbera Îraq û Sûriyeyê pareke sereke ya danûstandinan pêk tîne, bi merema rêgirtina li her derbazbûnekê û parastina tenahiya deverên sînorî; herwesa pêşvebirina hevahengiyên aborî û zêdekirina qebareya lihevguhertina bazirganî ya di navbera her du welatan de jî tê nîqaşkirin, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên hevpar ên Bexda û Şamê de be.
Peywendiyên Îraq û Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed ber bi asayîbûnê ve pêngavan diavêjin. Piştî ku Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi karê xwe kir, Zeydî û Şera di çarçoveya civînên Neteweyên Yekbûyî de li Amerîkayê civiyan.
Piştî hilweşîna rejîma Esed û guhertinên siyasî yên navxwe yên Sûriyeyê, welatên deverê û bi taybetî Îraq dixwazin peywendiyên xwe yên dîplomatîk û aborî ligel desthilata nû ya Şamê rêk bixin. Sînorê dirêj ê navbera her du welatan û hebûna gefên ewlehîiyê wesa kiriye ku hevahengiya ewlehiyê serpişka karên her du hikûmetan be.