Banka Navendî: Di du hefteyên bê de mîlyar dolarên kaş digehin Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Navendî ya Îraqê ragihand ku di dema du hefteyên bê de yek mîlyar dolarên kaş bi du qonaxan ji aliyê Banka Federalî ya Amerîkayê ve digehin Bexdayê, herwesa ew gotgotk jî red kirin ên ku behsa gehiştina dolarê kaş di îro de dikin.

Berdevkê Banka Navendî ya Îraqê Mehmûd Daxir îro Sêşem, 27ê Cotmeha 2026ê, taybet bo Kurdistan24ê ragihand: "Pêştir bi du qonaxan dolarê kaş ji aliyê Banka Federalî ya Amerîkayê ve bo Banka Navendî ya Îraqê hatiye şandin û niha dolarên kaş li ber destê Banka Navendî ya Îraqê hene."

Di derheqa gotgotka hatina parê nû di îro de jî, Mehmûd Daxir ron kir: "Ew gotgotk û nûçeyên ku behsa wê yekê dikin ku îro dolarên kaş gehiştibin Îraqê ji rastiyê dûr in; belkî biryar e di dema du hefteyên bê de yek mîlyar dolarên kaş bi du qonaxan û bi rêya du balafirên taybet bigehin destê me."

Di derheqa awayê bikaranîna wî pereyî de jî, Berdevkê Banka Navendî ya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku ew dolarên kaş bi temamî bo dana dolarî bi geştiyaran hatine terxankirin, û bi ti rengan bo belavkirina mûçeyan û pirrkirina kurtanîna darayî nayên bikaranîn.