Heyder Şeşo: Tekane çareserî Peymana Şingalê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo, derbarê rêkeftina tevlîbûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di nava hêzên hikûmeta federal a Iraqê de ragihand, eger ev prose bi duristî bê meşandin, dê di berjewendiya xelkê Şingalê de be.
Heyder Şeşo ji Kurdistan24ê destnîşan kir ku her hewldanek rewşa Şingalê ber bi aramiyê ve bibe girîng e û got: "Di bingeh de her pêngaveke ku rewşa Şingalê aramtir bike û navçeyê ji bin kontrola hêzên derveyî yasa derxîne, di xêra deverê de ye. Ev pêngav dikare rê li ber destwerdan û bombebaranên Tirkiyeyê bigire. Lê ya ku heta niha hatiye kirin tenê gaveke destpêkê ye û nayê pêşbînîkirin ku bi hêsanî û di demeke kurt de bi encam bibe."
Derbarê hejmara wan çekdarên ku navên wan ji bo tevlîbûnê radestî Bexdayê hatine kirin, Şeşo diyar kir: "Behs li ser zêdetirî 5 hezar kesan tê kirin ku nêzîkî 4 hezar ji wan çekdar û zêdetirî hezar kes jî karmendên sivîl in. Li gorî agahiyan, tê plankirin beşek ji wan li ser Heşda Şeibî û beşek jî li ser artêş û polîsê herêmî bên dabeşkirin."
Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê derbarê metirsiya derbaskirina kesên biyanî hişyariyeke tund da Bexdayê û got: "Pirsgirêka sereke ew e ku hemû ew kesên navên wan hatine dayîn ne xelkê resen ê Şingalê ne. Beşek ji wan xelkê Rojavayê Kurdistanê yan jî Bakur in û di dema borî de bi navê Şingaliyan nasnameya Iraqî ji bo wan hatiye derxistin. Eger Bexda bi hûrbînî vê mijarê kontrol neke û kesên biyanî bi vî rengî bên bicihkirin, dê ji bo Şingalê pirsgirêk û astengiyên gelekî mezintir peyda bibin."
Di beşa dawî ya axaftina xwe de, Heyder Şeşo tekez kir ku tekane çareseriya bingehîn a ji bo aramiya Şingalê cîbicîkirina tevahiya "Peymana Şingalê" ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Şeşo herwiha rexne li xemsariya hikûmeta federal girt û got: "Bexda heta niha li gorî berpirsiyariya xwe tevnegeriyaye; tenê di navbera ji sedî 10 heta 18an de qerebûya madî û mafên xelkê Şingalê xerc kiriye. Bêyî avedankirin û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn jî, koçber nikarin bi temamî vegerin ser cih û warên xwe."