Ehmed Şera aramiya sînoran û piştgiriya ji bo Zeydî tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Ehmed Şera di hevpeyvîneke televîzyonî de ligel medyayeke erebî bal kişand ser pêwendiyên Şam û Bexdayê û ragihand, sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bi temamî aram e. Aşkere kir jî, hevahengiyeke hevbeş di navbera her du dewletan de heye û ti aliyek tune ye ku gefê li ser asayîşa wan ava bike.
Şera tekez kir ku pêwendiyên civakî yên navbera her du aliyan dîrokî ne û çarenivîsa her du gelan bi hev ve girêdayî ye. Herwiha got: "Pêwîst e têkiliyên navdewletî ne li gorî hezkirin û dilê şexsan, belkî li ser bingehê wan pirensîbên ku têkiliyan birêk dixin bên damezrandin."
Derbarê hevkariya aborî de, Şera diyar kir ku di navbera Şam û Bexdayê de gelek xalên hevbeş hene; yek ji wan jî çavkaniyên avê ne. Herwiha got ku divê berjewendiyên aborî yên hevbeş bi vî rengî bên hûnandin ku qutkirina wan ji hev ne pêkan be.
Her wiha da zanîn ku Sûriye wek dergehê Iraqê yê ber bi Deryaya Navîn ve ye û got: "Petrola Iraqê pêdiviya wê bi rêyên hinardekirinê heye û benderên Sûriyê yên li ser Deryaya Navîn ji bo vê armancê baştirîn dergeh in. Sûriye dikare bibe rêyek ji bo girêdana Bendera Fawê bi Deryaya Navîn re, herwiha Iraq jî dikare bibe pireke derbasbûnê ya di navbera Sûriye û Siûdiyê de."
Serokê Sûriyê tekez kir, ew bi nêrîneke mezhebî li Iraqê nanêrin û destnîşan kir ku veberhênana yekem a li Sûriyê di serdema nû de ji aliyê Iraqiyan ve hatiye kirin. Şera got ku zeviyên çandiniyê yên navbera Sûriye û Iraqê "sepeta xwarinê ya herêmê" ne; ji ber ku ev rûbera nêzîkî 100 milyon donimî ya hevbeş dikare pêdiviya xwarinê ya nêzîkî 130 milyon mirovan dabîn bike.
Şera herwiha pêşwazî li serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir û ragihand ku ji dema ew gihîştine Şamê ve, helwest û siyasetên Bexdayê erênî bûne.
Derbarê radestkirina girtiyên DAIŞê bo Iraqê de, Şera destnîşan kir ku ev pêngav di demeke gelek hestiyar de hatiye avêtin û di nava wan de 3 hezar çekdarên Sûrî hene. Aşkere kir jî ji bo vegerandina wan girtiyan, wan gotûbêj ligel desthilata dadwerî ya Iraqê kirine.
Li ser raboriya xwe ya li Iraqê jî, Ehmed Şera got: "Helwesta min a li hember dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve, ne girêdayî ti aliyekî rêxistinî yan biyadariyekê bû. Piştî rûdanên sala 2003an ez tevlî ti aloziyeke mezhebî nebûm û dema ez li Iraqê bûm min destê xwe li hember ti kesekî sivîl an bêçek ranekir. Ez di sala 2011an de ji zindana Iraqê hatim berdan û bi destpêkirina Şoreşa Sûriyê re vegeriyam welatê xwe."
Di beşa dawî ya daxuyaniyên xwe de, Şera piştevaniya xwe bo hewlên hikûmeta Iraqê yên ji bo kontrolkirina çekan û şerê li dijî gendeliyê nîşan da û got: "Hebûna çekan û komên çekdar ên curbicur li şûna parastinê, dewletê lawaz dike. Pêwîst e aliyên siyasî piştgiriya pêngavên Serokwezîr Elî Zeydî yên bo kontrolkirina çekan bikin û gelê Iraqê jî li pişt hewlên wî yên li dijî gendeliyê bisekine."