Ji bo hevdîtina bi Ehmed Şera re, Serokwezîrê Iraqê ber bi Şamê ve bi rê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi serdaneke fermî ber bi Şama paytexta Sûriyeyê ve bi rê ket û biryar e li wir bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û berpirsên payebilind ên wî welatî re bicive.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtina dualî ya navbera Elî Zeydî û Ehmed Şera de, dê paşeroja pêwendiyên Bexda û Şamê, geşedanên navçeyê, encamên rewşa niha û astengiyên jeopolîtîk ên li pêşberî her du welatan bên nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, hevkariya aborî û bazirganî di vê civînê de xwedî pêşengiyeke sereke ye; ji ber ku her du alî pêdiviya wan bi hevkariyên aborî û bazirganiyê dibînin da ku peywendiyên cîraniyê bibin derfetên geşepêdan, veberhênan û berjewendiyên dualî.

Herwiha hat tekezkirin ku ev serdan berhema siyaseta Bexdayê ya ji bo vebûn, hevsengî, diyalog û hewldana ji bo peywendiyeke erênî ye ku pişta xwe dispêre rêzgirtina dualî û xurtkirina asayîşa her du welatên cîran.

Her du serkirde meha borî jî li New Yorkê, li ser perawêza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî hevdîtinek pêk anîbûn. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack li ser tora civakî ya Xê derbarê hevdîtina wan de gotibû ku her du welat "bi hev re tevna hevkariyê, aramî û bextewariya hevbeş ji bo gelên xwe dihûnin."

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera jî di hevpeyvînekê bi kanala Dicle a Iraqî re, pêşwazî li vê serdanê kir û diyar kir ku di sal û nîva borî de tiştên gelekî baş di pêwendiyên Sûriye û Iraqê de hatine avakirin, bi taybetî di warê aborî de. Şera her wiha tekez kir ku Sûriye ji hêla mezhebî û etnîkî ve li pêwendiyên xwe yên bi Iraqê re nanêre, belkî xwe dispêre xalên hevbeş ên mezin ên dîrokî û aborî.