Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Lîjneya Olompî ya Îraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Lîjneya Olompî ya Îraqê civiya û pê re pêşxistina hevahengiya werzişî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, pêşwaziya Serokê Lîjneya Olompî ya Îraqê Eqîl Muftin kir.
Di wê hevdîtinê de, rewşa werzişê li Îraq û Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin û tekez li ser pêşvebirina alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di warê werzişî de hat kirin.