Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Govend Şêrwanî re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya Dr. Govend Şêrwanî, sersaxiyê ji binemal, kesûkar, dost û nasên wî re dixwaze.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, bo wexera dawiyê ya nivîskar, vekoler, akademîsyenê navdar û pisporê warê enerjiyê Profesor Dr. Govend Şêrwanî peyameka hevxemiyê belav kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: "Ez sersaxiyê ji binemal, kesûkar, dost, hevkar û nasên Xudêjêrazîyî re dixwazim, Xudayê Mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan."

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji bo wexera dawiyê ya nivîskar, vekoler, akademîsyenê navdar û pisporê warê enerjiyê Profesor Govend Şêrwanî, ez sersaxiyê ji binemal, kesûkar, dost, hevkar û nasên wî re dixwazim. Xudayê Mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê