Emar Hekîm: Reşnivîsa budceya 2027ê bo Encûmena Wezîran tê şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ya Îraqê ragihand ku plana kontrolkirina çekan di destê dewletê de li gorî bernameyeka diyarikiri bi rê ve diçe, ku di 30ê Hezîrana 2027ê de bi dawî dibe. Amaje jî da ku reşnivîsa budceyê hatiye temamkirin û bo Encûmena Wezîran a Îraqê hatiye şandin.
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, di kongreyeke rojnamevanî de got: "Îraqê pêngavên kiryarkî û bingehîn avêtine daku hemî çekan bixe bin rikêfa dewletê." Ron jî kir ku ev prose li gorî bernameyeka demkî ya diyarikirî bi rê ve diçe, ku di 30ê Hezîrana 2027ê de bi dawî dibe.
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Nîştimanî eşkere jî kir: “Danûstandinên girîng ligel Tirkiyeyê bi rê ve diçin, bo vekişandina hêzên leşkerî ji nav axa Îraqê piştî ku hincêtên ewlehiyê yên wî welatî bi dawî dibin.”
Tevî amajedana bi wê yekê ku başbûna rewşa ewlehiyê û bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî bûne sedema danana nexşeyekê bo kontrolkirina çekan, Emar Hekîm ragihand: "Hejmareke koman bi rengekê kiryarkî çekên xwe radest kirine û hejmareka din jî bi rengekê fermî amadebûna xwe diyar kiriye, herwisa danûstandin ligel komên din jî berdewam in, ku razî bûne biryara bikaranîna çekan tenê di destê dewletê be û operasyonên leşkerî bên rawestandin."
Di tewerekê din de, Emar Hekîm bal kişand ser rewşa aborî ya welat û ragihand: “Ew aloziya darayî ya ku berê xwe daye Îraqê qeyraneke sartaserî ye û girêdayî encamên şerî li deverê, daxistina Tenga Hurmizê û rawestana hinardekirina petrolê ye.”
Navbirî piştrastî jî da ku Wezareta Darayî hemî şiyanên xwe bo dabînkirina mûçeyan, mafên cotkaran, peymanderan û pêdivîtiyên parêzgehan dane karî, eşkere jî kir: "Reşnivîsa budceya sala 2027ê hatiye temamkirin û niha arasteyî Encûmena Wezîran hatiye kirin, bi merema pejirandina wê û şandina wê bo parlamentoyê; em hêvîdar in jî ku berî dawiya vê salê deng li ser bê dan, daku di 1ê Çileya sala bê de bikeve di warê bicihanînê de."