Albûma projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem hat weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya albûmeke taybet beşek ji proje û pêngavên stratejîk ên Kabîneya Nehem a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî weşand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo kar û xebatên Kabîneya Nehem nêrîn û dîdgeheke taybet diyar kiribû; armanca sereke veguhertineke stratejîk a aboriyê bû, ku Herêma Kurdistanê êdî tenê pişta xwe nespêre petrolê, dahat bê pirrengkirin û binesaziyeke xurt li Herêmê bê danîn.

Fermangeha Medya û Zanyariyê di bin dirûşma "Dîdgeh di Kirdarê de" ragihand ku Kabîneya Nehem tevî hemû qeyranên darayî û siyasî, karîye zêdetirî 3 hezar û 300 projeyan li seranserê parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê cîbicî bike.

Li gorî zanyariyan, ev proje gelek beşên jiyanî li xwe digirin, ji wan:

- Rê û pir: Şoreşeke mezin di kerta nûjenkirin û çêkirina rêyan û kerta veguhastinê de

- Ewlehiya av û xurekê: Dabînkirina ewlehiyê bi rêya çêkirina embarên mezin ên genim (saylo), avakirina bendavên nû û çêkirina dehan hewzên komkirina avê (pond).

- Geştyarî: Pêşxistin û vejandina kerta geştyarî li deverên cuda yên Kurdistanê.

Hevdem ligel van projeyên avedankirinê, pêngavên proseya çaksaziyê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî yên hikûmetê jî ji xalên herî girîng ên karê vê kabîneyê bûn da ku karûbarên welatiyan bi leztir û hêsantir birêve biçin.

Ji bo dîtina albûma projeyan li vir bitikîne