Li Xurmatûyê cezayê 6 meh zîndan li cotkarekî kurd hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Xurmatûyê, dadgehekê cezayê şeş meh zîndan li cotkarekî kurd birî, piştî ku "erebekî hawirde" li ser kêşeya zeviyên çandiniyê li dijî wî gilî tomar kiribû.

Mecîd Mihemed, pismamê cotkarê cezakirî, ji Kurdistan24ê re ragihand ku Burhan Îzedîn ê 54 salî ku polîs e jî, ji ber kêşeya zeviyan a li gundê Tepe Sewz ê ser bi Xurmatûyê rûbirûyî vê biryara dadgehê bûye. Kêşe piştî wê yekê rû da ku erebekî hawirde doza xwedîtiya zeviyên vî cotkarî kir û li dadgehê doz li dijî wî vekir.

Li gorî gotina kesûkarên wî, ew kesê hawirde yê ku giliyê fermî kiriye, 25 sal nebûne li herêmê ye û nîştecihê wê derê nebûye. Lê belê niha bi piştgiriya hêzên leşkerî yên li deverê bicîhbûyî, hewl dide dest deyne ser milk û zeviyên cotkarên Kurd.

Ev biryara dadgehê nîgeranî û nerazîbûneke mezin di nav rêniştvanên deverê de çêkiriye. Cotkarên herêmê tekez dikin ku ew xwediyên resen û qanûnî yên van zeviyan in û biryarên wiha wekî hewldaneke nû ya ji bo zeftkirina zeviyên Kurdan û zindîkirina siyaseta erebkirinê têne dîtin.