Parlamentoya Îraqê lîjneyên xwe kêm dike; pişka Fraksiyonên Kurdistanî dike sê lîjne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Îraqê rûniştinên xwe yên girêdayî dengdan û hilbijartina serokên lîjneyên herdemî heta demeke nadiyar paş xist, sedema wê yekê jî kêmkirina lîjneyan û duberekî û lihevnekirina di navbera aliyên siyasî de ye.

Fermangeha Medyayî û Ragihandina Parlamentoya Îraqê di ragihandineke kurt de rawestandina rûniştinên xwe bo dengdanê û danîna serok û endamên lîjneyên herdemî bo demeke nadiyar paş xist. 

Ev jî di demekê de ye ku li gorî wê karnameya ku ji bo civîn û rûniştina îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê hatibû terxankirin, diviyabû di îro de lîjneyên herdemî hatiban yekalîkirin, lê ew civîn bêyî lihevkirin hat paşxistin.

Li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, duberekiyên navbera fraksyonên Şîe, Sune û Kurdan li ser awayê parvekirina lîjneyên parlamentoyê sedemên paşxistina rûniştina îro û yekalînebûna lîjneyan in. 

Di bingeh de Parlamentoya Îraqê 22 lîjneyên herdemî hene. Herçend biryar bû ku ji bo 26 lîjneyan bên zêdekirin, lê poşman bûn û biryar e ji bo 20 lîjneyên herdemî bên kêmkirin. Di nav de pişka fraksyonên Kurdistanî ji 4 lîjneyan bo 3 lîjneyên herdemî kêm dibe, ku ew jî lîjneyên Qanûnî, Tenduristî û Derve ne, lê fraksyonên Kurdistanî tekezê li ser çar lîjneyan dikin û ji bilî van 3 lîjneyan, daxwaza Lîjneya Petrol û Gazê jî dikin.

Ev di demekê de ye ku li gorî peyrewê navxwe û karnameya wan civînan, diviyabû Parlamentoya Îraqê di 01.11.2026ê de ketiba bêhnvedana xwe ya werzê yekê yê danan qanûnan lê ji ber projeqanûna budceya 2027ê, bêhnvedana werzê yekê yê danana qanûnan bo destpêka Çileya îsal hat paşxistin. 

Yanî meheke din kar û civînên Parlamentoya Îraqê hatine dirêjkirin, daku projeqanûna budceya sala nû bê derbazkirin, bi vî rengî jî pirsa yekalîkirina lîjneyên parlamentoyê bo werzê duyê yê danana qanûnan tê paşxistin.