Di bûyera Kapadokyaya Tirkiyeyê de kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarkê Goremeyê yê parêzgeha Newşehîrê ya Tirkiyeyê, ji ber barana xurt çend parçeyên tehtan ên zêde mezin ji tawerên kevirîn ên dîrokî (Pêrî Bacasî) vebûn û hiriyan, ji ber wê yekê jî du kesan canê xwe ji dest da û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Ew bûyer li nêzîkî "Mûzeya Vekirî ya Goremeyê" li deveraa navdar a geştyarî ya Kapadokyayê rû da. Li gorî nûçeyeke kenala fermî ya TRTyê, ji ber baraneke bihêz û xurt li wê deveraê, kevirên mezin ji tawerên kevirîn ên dîrokî hiriyan û bi ser wî cihî de hatine xwarê yê ku welatî lê bûn.

Yekser piştî wê bûyerê, tîmên Dezgeha Birêvebirina Karesat û Rizgarkirinê ya Tirkiyeyê (AFAD), tîmên tenduristiyê, cindirme û polîs gehiştin cihê wê bûyerê. Li gorî pişkinînên destpêkê jî, diyar bûye ku du kesan di bin tehtên hiriyayî de canê xwe ji dest daye, herwesa her pênc birîndar jî piştî pêşkêşkirina çareseriya destpêkê bo nexweşxaneyê hatine şandin.

Di derheqa vê karesatê de jî, Daxwazkerê Giştî yê Newşehîrê bi lez dest bi lêkolîna qanûnî kiriye û bo vê meremê jî cîgirekî daxwazkerê giştî û du daxwazkerên giştî yên din bo şopandina rûpelên wê lêkolînê raspartine.

Wezîrê Dadperweriyê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek jî ji aliyê xwe ve di ragihandinekê de behsa wê yekê kir ku tîmên lêgeriyan û rizgarikirinê bi awayekî hevaheng li ser karên xwe berdewam in, bo piştrastbûna ji nebûna ti kesekî din di bin bermayikên tehtan de.