Pêşewa Hewramanî: Divê aliyên Kurdistanî li ser pirsa budceyê yekdeng bin

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi kêmtirî 14.4% ji pişka budceya giştî, ku li gorî datayên serhejmêriyê mafê Herêma Kurdistanê ye, razî nabin. Eşkere jî kir ku di civîna Zaxoyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji şanda Îraqî re ragihandiye ku navendîtî ligel Herêma Kurdistanê bi ser nakeve û divê wekî herêmeke federalî serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro roja Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand: "Di du heftiyên borî de civîn ligel şanda Hikûmeta Îraqê hatine kirin û tiştê ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tekez li ser hatiye kirin ew e ku divê pişka budceya Herêma Kurdistanê li gorî rêjeya xwecihan be, ku Hikûmeta Îraqê bi xwe serhejmêriyek ji bo wê kiriye û 14.4% ye, lê ew bêyî ti cîgirekî daxwaz dikin ku 12% be."

Pêşewa Hewramanî herwesa got: "Me li ser vê rêjeyê li hev nekiriye û em li ser danûstandinan berdewam in. Di her rewşekê de em naxwazin tiştê ku di dema borî de bi serê xelkê Kurdistanê hatiye dubare bibe; em şerî li gorî destûr û qanûnê dikin, ev jî di demekê de ku di dema borî de di baştirîn rewş de Hikûmeta Federalî ji sedî pênc zêdetir neşandiye."

Di derheqa civîna navbera şanda bilind a Herêma Kurdistanê û Îraqê li Zaxoyê de jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku wê civînê nêzîkî çar seetan vekişand û girêddayî benda petrolê di budceyê de bû, ku tê de nîqaşeke têrûtesel û eşkere hat kirin.

Navbirî herwesa got: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku navendîtî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ser nakeve û divê danûstandin ligel Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federalî di çarçoveya Îraqê de bên kirin. Tekez jî kir ku dosyaya petrolê gelek zelal e û Hikûmeta Îraqê her dema bixwaze dikare asta berhemanîn û rewşa zaviyên petrolê bişopîne."

Di pareka din a axaftina xwe de, Pêşewa Hewramanî behsa arêşeyên teknîkî yên berhemanîna petrolê kir û got: "Zaviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrişên dronî bûne û hejmareka zaviyan hatine wêrankirin, loma dem divê heta ku bikarin dubare berhemanîna petrolê bidin destpêkirin."

Navbirî amaje bi dijberiya biryarên Bexdayê di serederîkirina ligel petrola Herêma Kurdistanê de jî kir û got: "Kompaniya SOMOyê daxwaz dike ku rêjeya berhemanînê bê kêmkirin, lê Hikûmeta Îraqê daxwaza zêdekirina wê dike."

Pêşewa Hewramanî tekez jî kir ku divê hemî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo misogerkirina pişka 14.4% a budceyê yekdeng û yekhelwest bin: "Herêma Kurdistanê bi kêmtirî wê yak u di destûrê de hatiye sepandin razî nabe. Tiştê ku li ser milê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûye bi serdana Bexdayê û berdewamiya danûstandinan ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kirine, lê divê aliyên siyasî yên Kurdistanê jî pêkve zextê bikin."

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir ku di nav projeqanûna budceyê de komeka balayan heye, ku ya herî mezin pişka "xerciyên siyadî" ye. li ser nefta spî ya malan jî, Pêşewa Hewramanî amaje bi wê yekê kir ku her di civîna Zaxoyê de ew pirs hatiye berçavkirin û şanda Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku ji ber cudahiya keşûhewayê sar ê Kurdistanê petrol zûtir bê şandin, "lê heta noiha wekî pêdivî nehatiye şandin û ji wê rêjeya ku mafê xelkê Kurdistanê ye kêmtir hatiye."

Pêşewa Hewramanî herwesa bersiva daxuyaniyên Ala Talabanî da û got: "Tevaya gotinên wê nerast in; Hikûmeta Federalî 42 çavdêr di nav kerta enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de hene û ew bi xwe ji nêzîk ve haydarî tevaya hûrgiliyan in ka çi diqewime."