Sancar: Ocalan bo cihê xwe yê nû hat veguhastin lê pêvajoya aştiyê hêdî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan derbasî cihekî nû yê li girava Îmraliyê hat kirin. Endamê Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar da zanîn ku ev pêşhat pêdivî bi lezkirina gavan heye û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji helwestên tund dûr bikeve.

Endamê Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bo girava Îmraliyê Mîthat Sancar di hevdîtinekê de ragihand, Abdullah Ocalan bo wî cihê nû yê ku li giravê jê re hatiye amadekirin, hatiye veguhastin. Sancar destnîşan kir ku veguhastina Ocalan pêdivî bi zindîkirin û lezkirina proseya aştiyê heye, ne sistkirina wê.

Sancar bal kişand ser rewşa du mehên dawî û got ku ev nêzîkî du mehan e rawestan û sistbûn di pêvajoyê de çêbûye û gavên ku li bendê bûn di dema xwe de bên avêtin, nehatine bicîhanîn.

Endamê Şanda Îmraliyê diyar kir, piştî gavên ji aliyê PKKê ve hatibûn avêtin, diviyabû serdanên bo girava Îmraliyê bên encamdan. Her wiha aşkere kir jî, ew şanda biryar e rasterast ligel Ocalan bixebite bi navê "Komîsyona Aştî û Siyasîbûnê" ye.

Sancar tekez kir ku ji bo serxistin û pêşvebirina proseyê, rola rasterast a Ocalan di hevahengiya gavan de yekalîker e û wiha axivî: "Nabe ku pêvajo tenê li ser daxwaz û çaverêyên yekalî bimeşe, belkî pêwîst e hikûmet jî çavê xwe li helwestên tund bigerîne û gav bavêje. Girêka kor a vê proseyê li cem Ocalan tê vekirin, ji ber vê jî divê dewlet ji helwesta zextê dûr bikeve û çûna Ocalan bo vî cihê nû rê li ber zûtiravêtina gavan veke."

Pêvajoya nû ya diyalogê di meha Cotmeha 2024an de dest pê kiribû; piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî pêşniyara anîna Ocalan bo parlamentoyê û îlankirina hilweşandina PKKê kiribû.

Di dirêjahiya salên 2025 û 2026an de, şandên DEM Partiyê çendîn caran serdana girava Îmraliyê kirin û bi Ocalan re hevdîtinan pêk anîn. Di vê heyamê de PKKê jî çendîn gavên sembolîk ên wekî şewitandina çekan ji aliyê beşek ji gerîlayan ve avêtibû.

Veguhastina Ocalan bo avahiyeke nû ya li giravê, wekî hewldanek bo dabînkirina zemîna roleke çalaktir di pêvajoya çareseriyê de tê şîrovekirin; bi taybetî piştî derxistina "Qanûna Çarçoveyê" di Parlamentoya Tirkiyeyê de di havîna 2026an de, ku çarçoveya qanûnî bo gavên bêçekkirin û pêşvebirina diyalogê destnîşan kiribû.

Şanda Îmraliyê beriya niha jî hişyarî dabû ku rawestandina serdanan, baweriya di navbera aliyan de qels dike û pêvajoyê dixe xetereyê.