Li Helebceyê qonaxeke nû ya dabeşkirina zeviyan li ser fermanberan dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Helebceyê ragihand, amadekariyên ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya dabeşkirina parçezeviyan bi dawî bûne û prose di demeke nêzîk de dest pê dike. Ev biryar dê xewna çendîn salan a hezaran malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û karmendan pêk bîne.
Serokê Şaredariya Helebceyê Selam Bîlal ji Kurdistan24ê re diyar kir; hemû amadekarî û nexşeyên pêwîst bo dabeşkirina zeviyan hatine temamkirin û di çend rojên bê de dê dabeşkirin bikeve warê cîbicîkirinê.
Bîlal da zanîn, di vê qonaxê de, 575 parçezevî bo malbatên serbilind ên şehîdan û 718 parçezevî jî bo wan girtiyên siyasî yên ku fermana sala 2018an li ser wan heye, hatine terxankirin.
Derbarê karmend û mamosteyên ku ji salên berê ve li bendê ne, Serokê Şaredariyê got: "Ji lîsteya karmend û mamosteyên sala 2005an, piştî ku 198 kesan zeviyên xwe wergirtin, niha 167 kes mane ku di vê qonaxê de dê bigihêjin mafên xwe."
Selam Bîlal destnîşan kir jî, bi giştî navên zêdetirî 8 hezar û 500 karmendan ji bo wergirtina zeviyan hatiye pesendkirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Serokê Şaredariya Helebceyê da zanîn jî, ku niha li ew benda temambûna rêkarên yasayî yên vemirandina qeydên çandiniyê ne, da ku ew zevî bikevin ser xeta şaredariyê û bi fermî li ser karmendan bên dabeşkirin.