Hikûmeta Iraqê biryara şandina nefta spî bo Kurdistanê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê biryar da ku pişka Herêma Kurdistanê ya nefta spî bi bihayekî piştgirîkirî were şandin. Wezîrê Petrolê jî ji bo bilezkirina proseya şandinê fermana pêwîst da.
Wezareta Petrolê ya Iraqê îro 1ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de da zanîn; Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyîr ferman daye Kompaniya Dabeşkirina Berhemên Petrolê da ku rêkarên pêwîst ji bo amadekirin û veguhastina pişka nefta spî ya bo Herêma Kurdistanê zûtir bixin warê cîbicîkirinê.
Salane ligel nêzîkbûna werzê zivistanê û daketina pileya germahiyê, pêdivî û daxwaza welatiyan a li ser nefta spî ji bo germahiya malan li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde dibe; bi taybetî li herêmên çiyayî ku serma zûtir lê serdest dibe.
Her çend di salên borî de di şandina berhemên sotemeniyê de ji aliyê Bexdayê ve carinan pirsgirêk derdiketin jî, di çarçoveya rêkeftin û hevtêgihîştinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, hikûmeta navendî salane birrek nefta spî bi bihayê piştevanîkirî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê peyda dike.
Ev pêngav dê bargiraniya li ser milê welatiyan sivik bike, ji ber ku li bazara azad bihayê nefta spî bilind e û beşek ji malbatan şiyana wan a kirîna wê nîne.
Li gorî zanyariyan, dabeşkirina vê neftê dê li gorî kûponên fermî û bi rêya birîkarên belavkirina xurekê li parêzgehên Herêma Kurdistanê were kirin.