Kurdistan24 du projeyên mezin ên werzişî li ser asta Kurdistan û Îraqê radigihîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 du projeyên nû yên werzişî radigehîne, ku ji bo cara yekê ye li ser asta Kurdistanê û Îraqê baştirîn lîstikvanê yedek ê heftane diyar dike û merasîmeke mezin bo xelatkirina baştirîn lîstikvanên futbola Kurdistanê li dar dixe.
Kurdistan24ê du projeyên nû yên werzişî amade kirine û di rojên bê de dest bi bicihanîna wan projeyan tê kirin; ya yekê baştirîn lîstikvanê yedek ê heftane di gera Stêrkên Îraqê de destnîşan dike û xelateke cuda belav dike.
Di gera Stêrkên Îraqê de, di her yariyekê de tîm dikarin 5 guhertinan bikin, her lîstikvanekî yedek karibe bandorê li ser encaman bike dê bibe xwediyê xelata heftane ya Kurdistan24ê.
Ji aliyekî din ve jî, Kurdistan24 îsal wekî welatên cîhanê merasîmeka mezin, profesyonal û girêdayî baştirîn lîstikvanên futbola Kurdistanê bo sala 2026ê li dar dixe.
Wekî Balona Zêrîn (Ballon d'Or) û xelatên herî navdar ên cîhanê, Kurdistan24 di merasîmeke mezintir de baştirîn lîstikvanên futbola Kurdistanê xelat dike.