Keşnasî: Li Herêma Kurdistanê baran dibare û pileyên germê jî dadikevin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên rewşa hewayê yên bo 48 saetên bê belav kirin û ragihand ku li seranserê herêmê baran tê payîn û pileyên germê jî dadikevin.
Li gorî ragihandina Keşnasiyê, îro duşemê, 2yê Mijdara 2026an, asmanê Herêma Kurdistanê bi giştî dê bi temamî ewrawî be. Li piraniya navçeyan barana hûr tê payîn ku car caran dê veguhere tawebarana bihêz û bi birûsk be.
Hat diyarkirin ku bandora baranê ji danê sibehê heta nîvro li devera Badînanê û sînorê parêzgeha Hewlêrê bihêztir dibe. Piştre bandora wê ber bi navçeyên rojhilat û sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ve qels dibe û heta demên şevê bi awayekî navber bi navber berdewam dike. Piştî vê pêlê, hewa ber bi arambûnê ve diçe û asman dê vebe û parçe-ewr be.
Derbarê ba û germahiya keşûhewayê de, Keşnasiyê da zanîn ku leza bayê dê di navbera hêdî û nerm de be (di navbera 5 heta 20 kîlometre di saetekê de) û aliyê ba jî ji bakurê rojhilat ber bi bakurê rojava ve diguhere. Dûrahiya dîtinê di navbera 7 heta 9 kîlometreyan de dibe û pileyên germê jî li gorî qeydên roja berê, 2 heta 3 pileyên din dadikevin.