Li Amerîkayê hilbijartinên nîvdemî birêve diçin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amerîkayê îro Sêşemê (03.11.2026) welatî ji bo hilbijartinên nîvdemî  yên Kongressê diçin ser sindoqên dengdanê. Ev hilbijartin wekî rapirsiyeke cemawerî ya li ser du salên destpêkê yên xula duyem a serokatiya Donald Trump tê nirxandin.

Di van hilbijartinan de hevrikî li ser tevahiya 435 kursiyên Encûmena Nûneran, 35 kursiyan ji koma 100 kursiyên Encûmena Pîran (Senato) û posta walîtiya 36 eyaletan tê kirin.

Heke Partiya Demokrat bikaribe piraniya yek ji encûmenan an jî her duyan bi dest bixe, dê rê li ber pêngav û biryarên siyasî yên rêveberiya Komarparêzan a Trump bigire. Niha li Senatoyê Komarparêz xwedî 53 kursiyan e û Demokrat jî 47 kursiyan di destê xwe de digirin.

Ev pêvajoya dengdanê di bin bandora giraniya jiyanê de birêve diçe; zêdebûna rêjeya enflasyonê, bacên nû yên gumrikê û bihabûna sotemeniyê ji ber nakokiyên Rojhilata Navîn, bandor li ser hestên hilbijêran kiriye.

Tevî vê yekê, beşdariya pêşwext gihişte asteke rekorê û nêzîkî 57 milyon welatiyan beriya roja fermî ya hilbijartinê dengê xwe da. Li gorî pêşbîniyên saziyên wekî Decision Desk HQ, tê çaverêkirin ku Demokrat serkeftinê bi dest bixin û piraniya her du baskan (Senato bi 52 kursiyan û Encûmena Nûneran bi 241 kursiyan) kontrol bikin.

Donald Trump ev hilbijartin, wekî "girîngtirîn hilbijartina jiyana me" binav kir. Her wiha di daxuyaniyeke xwe de hişyarî da ku eger Komarparêz piraniya Kongressê ji dest bidin, ew ê desthilatên serokatiyê bikar bîne û got: “Ez ê mafê vetoyê li hemberî hemû biryar û pêşnûmeyên Demokratan bikar bînim heta ku neçar bibin rêkeftinê bikin.”