Li Stenbolê pêşangeha Mehmet Şah Maltaş hat vekirin: Têkeliya matematîk, zanist û hunerê
Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, pêşangeheke taybet a tabloyên şêwekarê kurd Mehmet Şah Maltaş a bi navê “Diyardeyên Kuazî-Krîstalî II” hat vekirin. Di pêşangehê de 16 tabloyên hunermend ku li ser bingeha şêwaza abstrakt û geometrîk hatine çêkirin, tên nîşandan.
Pêşangeh li Galeriya Hunerê ya Qadirgayê ya girêdayî Şaredariya Fatîhê tê lidarxistin û ji 24ê Cotmeha 2026an heta 15ê Çileya 2027an ji bo hunerhezan vekirî ye.
Mehmet Şah Maltaş ji Kurdistan24ê re da zanîn ku naveroka vê pêşangehê ji têkeliya matematîk, zanist û hunerê pêk tê. Di tabloyên wî de sîstemeke geometrîk a ne-dubarebûyî tê bikaranîn ku bingehê xwe ji mîmariya îslamî, nexşên Selçûqiyan û mîmariya Endulusê ya li başûrê Spanyayê digire.
Maltaş derbarê konsepta pêşangeha xwe de got: “Konsepteke vê pêşangehê hem ji aliyê matematîkî ve, hem hunerî û hem jî zanistî ve heye. Her sê alî jî di van berheman de digihîjin hevdu. Ev şêwaz ne tenê dubarekirina nexşan e, lêgerîneke zanistî û estetîk e di nava sîstemên geometrîk de.”
Şêwekar Mehmet Şah Maltaş xelkê parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê ye û hezkirina wî ya ji bo wênesaziyê ji zarokatiyê ve dest pê kiriye. Piştî xwendina zanîngehê li Enqereyê, li Zanîngeha Mimar Sinan a Stenbolê asta master û doktorayê qedandiye û piştre li Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê waneyên hunerî dane. Her wiha du salan li bajarê Urbino yê Îtalyayê (welatê şêwekarê navdar Rafael) xebatên hunerî meşandine û niha li taxa Balatê ya Stenbolê li atolyeya xwe karên xwe didomîne.
Hunermend diyar dike ku rêwîtiya wî ya hunerî ji sê qonaxên sereke pêk hatiye:
- Qonaxa yekem: Şêwaza naturalîstî (xwezayî).
- Qonaxa duyem: Piştî xwendina akademîk, şêwaza analîtîk.
- Qonaxa sêyem: Şêwaza niha ya abstrakt û geometrîk e ku berhemên vê pêşangehê hemû ji vê serdemê ne.
Şêwekarê kurd kêfxweşiya xwe nîşan da ku xelkê ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) hezkirina xwe nîşanî berhemên wî didin û got ku ji bo wî hemû kurd “bi dil yek in”.
Maltaş her wiha aşkere kir ku plan û projeyên wî yên nû ji bo pêşerojê hene û daxwaza wî ya mezin ew e ku di paşerojê de pêşangeheke xwe ya taybet li bajarên Herêma Kurdistanê jî veke, da ku hunera xwe rasterast raberî xelkê herêmê bike.