Navenda Bazirganî ya Ozbekistanê li Hewlêrê tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Navenda Bazirganî ya Ozbekistanê li Hewlêrê tê vekirin û di nîva meha bê de jî Korbenda Aborî û Pîşesazî ya Kurdistan û Urdinê li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, tekez kir ku ev biryara Ozbekistanê bo vekirina Navenda Bazirganî li Hewlêrê ji bo bizavên wan bi merema zêdetir rakêşana veberhênerên bîyanî bo Herêma Kurdistanê vedigere.
Her bi merema rakêşana veberhênerên bîyanî bo Herêma Kurdistanê, şandeke Bazirganên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Geylan Hacî Seîd dawiya meha borî serdana Almanyayê kir. Hejmareka medyayên Almanyayê jî giringiyeke taybet da wê serdanê û civînên şanda Bazirganên Kurdistanê.
Geylan Hacî Seîd ragihand: "Bazirgan û veberhênerên Almanyayî hez li ser zêdetir bazirganiya ligel Herêma Kurdistanê heye." Wî di daxuyaniyekê de bo K24ê got: "Me ew hez di nav wan de dît, lewma me ew vexwandin Kurdistanê. Ew dixwazin di warê kanza, petrol û gaz, enerjî û otomobîlan de kar bikin."
Rojnameya "Diplo"yê ya Almanyayî jî di raporteka xwe de behsa heza bazirgan û veberhênerên welatê xwe bo xebatê li Herêma Kurdistanê kiriye, lê amaje bi astengiyeke sereke jî kiriye ku ew jî "nebûna ewlehiyê" ye.
Geylan Hacî Seîd di vî warî de amaje da: “Ev arêşeya sereke ye, mixabin li piraniya welatan gava mirov behsa Herêma Kurdistanê dike, her di çarçoveya ewlehiya Îraqê de dibînin. Me ji wan re got ku ewlehiya Herêma Kurdistanê parastî ye û qanûna veberhênanê jî piştgiriyeke temam bo veberhênerên bîyanî dike, lewma me daxwaz ji wan kir ku serdana Kurdistanê bikin û bi çavên xwe ewlehî û avadaniya vê derê bibînin."
Serdana bazirganên Kurd bo welatan û civîna wan ligel veberhêner û bazirganên bîyanî berdewam e. Geylan Hacî Seîd tekez jî kir ku ev serdan û civîn berhemda bûne û got: "Dibe ku encamên serdanan bi lez diyar nebin, lê em dibînin ku hejmara veberhênerên bîyanî li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye. Ew niha gelek zêdetir ji caran tevlî pêşangehên navdewletî yên Hewlêrê dikin û ev jî nîşaneke baş e."