Dayikên Aştiyê li Enqereyê serdana partiyên siyasî kir

Enqere (K24) – Dayikên Aştiyê, ku bi daxwaza avêtina gavên şênber di proseya aştiyê de berê xwe dabûn Enqereyê, di roja duduyan ya nobeda xwe ya aştiyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana partiyên siyasî kir. Ligel ku dê bi serokê parlamentoyê re jî hevdîtinê bikin, Dayikên Aştiyê radigihînin ku ji bo xwîn nerijê û dayik negirîn, ew dê berpirsyariya xwe bi cîh bînin.

Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di proseya aştiyê hatibûn Enqereyê nobeda xwe ya aştiyê bi serdana partiyên siyasî didomînin. Dayikên Aştiyê ku piştî şevek di konan de derbas kirin wekî şande derbasî parlamentoyê bûn. Ligel serdana partiyên siyasî hin dayik derbazî komcivîna DEM Partiyê bûn û hinek jî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê nobeda xwe didomînin.

Dayika Aştiyê ya bi navê Maşallah Şeqar di vî warî de ragihand: “Me hewqas zorî dîtiye heta niha, niha jî em hêj di zoriyê de ne, em nizanin du levzan bi Tirkî biştaxilin. Niha di mala min de sê-çar kurikên min û sê keçikên min hene, Tirkî di mala me de tune ye. Bi xwedê me rezilî dîtiye em dibêjin hema xweşîyek têkeve dinyayê de. Niha kurê min biçe leşkeriyê were qîza min sere çiyê bê, qey tiştekî baş e? Here bira bira hevdu bikûje. Em jî her tiştî ji xwe re divê, ma qey me navê?”

Dayika Aştiyê ya bi navê Kurdî jî got: “Em naxwazin êdî bigrîn, çimkî girî ne çareseriye, em çareseriyê dixwazin. Banga min ji serokkomarê Tirkiyeyê re ye em dixwazin denge me bike, em dixwazin tu kes, mirin li erdê nemîne, daxwaziya me ev e. Silav û rêzên min ji bo tevahiya dayikên cîhanê, dayikê ku bibêje ez Kurd im, bila Kurd rabin ser xwe, bila êdî em hew biperçiqin, mirin bes e.”

Di çarçoveya serdanan de Dayikên Aştiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Koma Yenî Partî, bi Koma Yenî Yolê, bi Wezareta Dadê, Koma MHP, Koma Ak Partî û bi Koma CHPê re hevdîtin pêk anîn. Parlamenterê DEM Partiyê ku tevlî çalakiya dayikan bûye jî jî dide gav nayên avêtin û prose li gorî dile Kurdan birêve naçe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar jî ragihand: “Daxwaziya me ya sereke ew e ku birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve, daxwaziya dayikan ew e, ya gelê Kurd ew e, hevalên me yên girtiyên zîndanan de divê demeke demildest bên berdan lê em berê xwe didine mixabin ji dewletê zêdetir AKP gav naavêje, ev jî astengiyan çêdike, rastî jî gorî dilê me êdî prose em nikarin bibêjin ku dewam dike.”

Herwiha Dayikên Aştiyê radigînin ku barê ku ketiya ser milê wan ew dê pêk bînin û dayikan soz daye; ji bo xwîn nerijê û dayik negirîn ew dê aştiyê pêk bînin.