Korek bo bîranîna sedsaliya sînemaya Kurdî li Merîwanê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkeftina bîranîna sedsaliya destpêkirina sînemaya Kurdî û berhemanîna fîlmê yekê yê sînemayî li ser Kurdan, li bajarê Merîwanê semînarek hat lidarxistin û ji bilî pêşkêşkirina pareka zanistî li ser dîroka sînemaya Kurdî, fîlmê Zarayê jî ku fîlmê yekê yê Kurdî ye hat nîşandan.
Fîlmê Zarayê, ku berî sed salan li Ermenistanê ji aliyê derhênerekî Ermenî ve hatibû berhemanîn, behsa çîrokeke evîniyê di navbera kur û keçekên Kurd ên Êzidî de dike û di çarçoveya vê çîrokê de jî erf û edet, çand û êş û azarên Kurdên Êzidî yên Ermenistanê nîşan dane.
Korek bo bîranîna sedsaliya sînemaya Kurdî û nîşandana fîlmê yekê li ser Kurdan li Merîwanê hat lidarxistin. Encûmena Edebî, Zanistî û Çandî ya Ronantiyê ya Merîwanê di bîranîna sedsaliya berhemanîna fîlmê Zarayê de, ku li Ermenistanê hatibû berhemanîn, derfetek bo welatiyên wî bajarî peyda kir ku bibin binêrên vî fîlmê dîrokî.
Her di çarçoveya nîşandana vî fîlmî de jî, semînareka zanistî li ser sînemaya Kurdî bi giştî û nasandina fîlmê Zarayê bi taybetî hat lidarxistin.
Di vê merasîmê de vekolerê warê sînemayê Hemîd Behramî di gotarekê de bal kişand ser awayê destpêkirina sînemaya Kurdî ji aliyê derhênerekî Ermenî ve û behsa taybetmendiyên vî fîlmî û fîlmên wî serdemî kir.
Hemîd Behramî amaje bi arêşeyên sînemaya hevçerx a Kurdî jî kir û reхne li derhênerên Kurd girt, ku neşiyane ew karesatên ku bi serê Kurdan hatine di çarçoveya fîlmên sînemayî de nîşanî xelkê cîhanê bidin.
Di dawiya wê korê de jî, fîlmê Zarayê bo kesên tevlîbûyî hat pêşkêşkirin. Ev fîlm ji derhênana Hamobeyg Nazaryan li sala 1926ê û di nav Kurdên Êzidî yên Ermenistanê de hatibû berhemanîn û berhemînerê wî jî Amên Kînoyê Ermenî bûye.
Fîlmê Zarayê, ku ji fîlmên yekê yên sînemaya Ermenistanê ye jî, di 7 xelekan de çîrokeke evîniyê di navbera kur û keçekên Kurd ên Êzidî de vedigêre û di çarçoveya wê çîrokê de behsa çand, erf û edet û êş û azarên Kurdên Êzidî yên Ermenistanê dike.