Li Silêmaniyê 9emîn Festîvala Hingiv dest pê kir
Silêmanî (K24) – Li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya 30 mêşvanan, 9emîn Festîvala Hingiv li Parka Azadî deriyên xwe li ser welatiyan vekir. Biryar e festîval çar rojan berdewam bike.
Armanca sereke ya festîvalê danasîna berhem û ezmûna mêşvanên herêmê ye, her wiha çêkirina derfeteke guncaw a bazarê ye da ku hilberîner bikaribin rasterast berhemên xwe yên xwemalî pêşkêşî welatiyan bikin û bifroşin.
Nawciwan Fetah ku yek ji mêşvanên beşdarbûyî ye, anî ziman ku festîvalên bi vî rengî ji bo wan gelekî giring in; hem ji bo pevguhertina ezmûnan di navbera mêşvanan de û hem jî ji bo dîtina bazarê.
Fetah bal kişand ser zehmetiyên xwedîkirina mêşan û diyarkir ku piştgirîkirina berhema navxweyî dihêle ku ew di karê xwe de berdewam bin û berhemeke xwerû û bi kalîte pêşkêşî xelkê bikin.
Rêxistinkarê 9emîn Festîvala Hingiv, Sîrwan Ebubekir derbarê çalakiyê de ragihand ku festîval derfeteke giring e ji bo nasandina kalîteya hingivê xwemalî û piştgirîkirina aboriya mêşvanan.
Ebubekir da zanîn ku ew hewl didin bi rêya van çalakiyan, hem berhema herêmî bidin nasîn û hem jî rê li ber hingivê sexte yan bêkalîte yê hawirdekirî bigirin, da ku welatî bi dilrehetî bigihêjin hingivê sirûştî.
Festîvala Hingiv li Silêmaniyê bûye toreke salane ya giring û di nava van çar rojan de ji bilî firotina corên cuda yên hingivê herêmî, agahdarî û şîretên taybet ên li ser feydeyên hingivê sirûştî jî ji bo serdankeran tên pêşkêşkirin.