Şandên Dîplomasî serdana Parlamentoya Kurdistanê dikin û bi Desteya Serokatiyê re dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e îro 5ê Mijdarê şandeke nûneratî û konsulxaneyên dîplomatîk ên welatan ên li Herêma Kurdistanê, serdana Parlamentoya Kurdistanê bike û bi Desteya Serokatiyê ya nû ya parlamentoyê re bicive.

Li gorî zanyariyan, di vê civînê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê dê hemû gavên yasayî û rêkarên ku ji bo ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê hatibûn avêtin ji dîplomatan re şirove bike. Her wiha dê bal bikişînin ser giringiya vegera vê saziya rewa ya qanûndanînê ji bo bicihanîna erkên yasayî û çavdêriyê di sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê de û dê hûrgiliyên rûniştina roja çarşemê jî ji wan re zelal bikin.

Ev serdana şandên dîplomatîk di demekê de ye ku piştî derbasbûna zêdetirî du salan di ser lidarxistina hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê re, duh 4ê Mijdara 2026an, parlamentoyê bi beşdariya piraniya parlamenteran, beşek ji fraksiyonan û parlamenterên serbixwe rûniştina xwe ya yekem berdewam kir.

Di vê rûniştinê de, di proseyeceke yasayî de Serok, Cîgir û Sekreterê Parlamentoyê hatin hilbijartin; bi vê gavê jî dawî li rawestana du salan a saziya qanûndanînê hat û Parlamentoya Kurdistanê bi fermî dest bi karên xwe kir.