Wezîra Kar a Herêmê ji bo mûçeyên astengdaran nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed, bi rêya nameyeke fermî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir ku di çarçoveya budceya sala bê de, maf û şayesteyên darayî yên malbatên hejar û kesên xwedî pêdiviyên taybet ên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Kiwêstan Mihemed di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re, naveroka nameyê aşkere kir û ragihand, ev pêngav di çarçoveya hewlên wan ên berdewam de ye ji bo misogerkirina mafên rewa yên kesên xwedî pêdiviyên taybet. Her wiha da zanîn ku wan daxwaz kiriye di budceya federalî ya sala 2027an de, pişka pêwîst ji bo Tora Parastina Civakî û xwedî pêdiviyên taybet li Herêma Kurdistanê were veqetandin.
Daxwazên sereke yên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê
Li gorî gotina Wezîra Kar û Karûbarên Civakî, di nameyê de çend xalên stratejîk hatine pêşkêşkirin, ku girîngtirînên wan ev in:
- Terxankirina 467 milyar dînarî: Ji bo budceya salane ya Tora Parastina Civakî û xwedî pêdiviyên taybet li Herêmê.
- Zêdekirina mûçeyan: Zêdekirina mûçeyê mehane yê kesên xwedî pêdiviyên taybet ji bo 250 hezar dînarî, wekî hemû parêzgehên din ên Iraqê, di demekê de ku niha mûçeyê wan li Herêma Kurdistanê tenê 150 hezar dînar e.
- Destpêkirina tomarkirina nû: Veqetandina navên nû ji bo xwedî pêdiviyên taybet ku ji sala 2013an vir ve hatiye rawestandin, ligel tomarkirina 100 hezar malbatên kêmderamet û hejar.
"Zêdetirî 130 hezar kes çaverêya mafên xwe ne"
KIwêstan Mihemed diyar kir ku niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 100 hezar malbatên hejar û nêzîkî 30 hezar kesên xwedî pêdiviyên taybet çaverê ne ku werin tomarkirin û mûçeyên xwe wergirin.
Wezîrê tekez kir ku ji bo standina van mafan, ew amade ne heke hewce bike çend carên din jî serdana Bexdayê bikin heta ku daxwazên wan ên rewa tên cîbicîkirin.
Di nameya wezaretê de hatiye destnîşankirin ku li gorî madeyên 14, 30 û 32 ên Destûra Iraqê, dewlet neçar e jiyan û mafên hemwelatiyên xwedî pêdiviyên taybet û malbatên hejar misoger bike û her cure cudakarî di navbera welatiyên herêmê û parêzgehên din ên Iraqê de li dijî destûrê ye.