Konsulê Yewnanistanê: Civîna me bi Serokatiya Parlamentoyê re erênî û giring bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Yewnanistanê li Herêma Kurdistanê, serdana nûnerên dîplomatîk bo Parlamentoya Kurdistanê wek gaveke "erênî" binav kir û tekezî li ser asta bilind û bihêz a pêwendiyên di navbera Hewlêr û Atînayê de kir.
Konsul û nûnerên dîplomatîk ên welatan ên li Herêma Kurdistanê, îro 5ê Mijdara 2026an, serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û li gel Desteya Serokatiyê ya nû ya parlamentoyê civiyan.
Konsulê Giştî yê Yewnanistanê li Herêma Kurdistanê Nikolaos Stergioulas, di vê derbarê de ji Kurdistan24ê re ragihand, wan ligel Desteya Serokatiya Parlamentoyê hevdîtineke gelekî giring û bi sûd pêk aniye.
Stergiyolas da zanîn ku di civînê de bi hûrgilî behsa pêşhatên nû yên girêdayî destpêkirin û ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin.
Derbarê asta peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Hewlêr û Atînayê de, Konsulê Giştî yê Yewnanistanê tekez kir: “Pêwendiyên me li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta herî bilind de ne û em di rewşeke gelekî baş de ne.”
Di salên borî de, peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Yewnanistanê de geşedaneke berbiçav bi xwe ve dîtiye. Atîna bi rêya konsulxaneya xwe ya giştî ya li Hewlêrê, bi berdewamî hewl dide hevkariyên xwe yên dîplomatîk, aborî, bazirganî û çandî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.
Piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê ya nû û fermîbûna karên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê duh 4ê Mijdara 2026an, civaka navdewletî û nûnerên welatan pêşwaziyeke germ li vê pêngavê kirin. Serdana şandên dîplomatîk û konsulan ji bo parlamentoyê, nîşaneya girîngîpêdana welatên cîhanê ye bi parastina aramiya siyasî û pêgeha yasayî ya Herêma Kurdistanê.