YE bo K24ê: Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê pêngaveka girîng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê pêşwaziya destpêkirina karên Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê ya nû kir û daxwaz jî kir ku bi hevfêmkirina tevaya aliyan bi zûtirîn dem kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkînan.
Di bersiva pirsyareke taybet a malpera K24ê de li ser nirxandina Yekîtiya Ewropayê bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina erkên wê yên danana qanûnan, Berdevkê Yekîtiya Ewropayê ragihand: "Destpêkirina karên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hilbijartina desteyeke nû ya serokatiyê pêşhateke pêşwazîkirî ye bo misogerkirina xebata dezgehên demokratîk."
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê amaje bi rewşa du salên derbazbûyî yên Parlamentoya Kurdistanê kir û got: "YE hêvîdar e ku ew parçebûn û parvebûna ku ji bo dema du salan bandor li ser karên Parlamentoyê çê kiribû bi awayekî giştgir û bi tevlîbûna hemî aliyan bê çarekirin."
Herwisa di derheqa pirsa tenahiya dezgehî û pêngavên paşerojê li Herêma Kurdistanê û Îraqê de jî, Berdevkê YEyê tekez li ser giringiya lezkirina di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de kir û ragihand: "Pişkdarbûn û hevfêmkirineka siyasî ya giştgir û tevalî bo avêtina pêngavan ber bi pêkanîna bilez a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdivî ye, ev jî pêxemetî berjewendiya tevahiya Herêma Kurdistanê."
Navbirî herwisa peyamek pêşkêşî seranserî hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û got: "Em hemî aliyan pal didin ku bi awayekî avaker diyalogê bikin û pişkdar bibin."
Ev jî di demekê de ye ku piştî derbazbûna nêzîkî du salan, ku gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ya yekê li roja 02/12/2024ê li dar xist, ew rûniştin vekirî ma, li dawiyê jî duhî Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, bi amadebûna 52 parlamenteran, rûniştina duyê ya parlamentoyê hat lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêrê parlamentoyê hatin hilbijartin.
Piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Vala Ferîd berî ku rûniştina duhî bi dawî bîne, peyamek pêşkêşî tevaya fraksiyonan kir daku tevlî civînên bê yên Parlamentoya Kurdistanê bibin, herwisa daxwazeke wê ya din ji fraksiyonan ew bû ku heta Duşema heftiya bê navên kandîdên xwe bo danîna lîjneyên parlamentoyê pêşkêş bikin, bi taybetî lîjneya qanûnî.