Li Tirkiyeyê 81 organîzatorên qaçaxçiya koçberan hatin desteserkirin
Diyarbekir (K24) – Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonên li 34 parêzgehan de, di bin hevahengiya Fermandariya Giştî ya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Bazirganiya Mirovan a Cendirmeyan de hatine kirin, 81 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin û 63 kes jî hatine girtin.
Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Tirkieyyê îro îro În, 6ê Mijdara 2026ê, diyar kir ku di çarçoveya “Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtiya Koçberan” de, di bin hevahengiya Fermandariya Giştî ya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Bazirganiya Mirovan a Cendirmeyan de, li 34 parêzgehan operasyon hatine kirin.
Li gorî wê daxuyaniya ku wezareta navbirî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye, di operasyonan de 81 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin. Ji kesên ku hatine girtin jî, 63 kes hatine girtin, di heman demê de tedbîrên kontrola dadwerî ji bo 18 kesên din jî hatine sepandin.
Di wan operasyonan de, 111 wesayît û 10 qeyik û motorên qeyikan jî hatine desteserkirin. Herwisa 2 hezar û 116 koçberên bêdestûr ên ku bizav dikir bi awayekî neqanûnî ji Tirkiyeyê derbikevin hatin girtin û radestî Rêveberiya Koçberiyê ya Parêzgehê hatin kirin û rêkarên dersînorkirinê hatin destpêkirin.
Tirkiye di rêya koçberiya neqanûnî ya ber bi welatên Ewropayê de wekî yek ji navend û rêyên sereke tê dîtin. Ji ber vê yekê jî, hêzên ewlehiyê û Cendirmeyan operasyonên xwe yên li dijî torên qaçaxçîtiya mirovan û organîzatoran zêde kirine, daku rê li ber koçberiya bêdestûr û bazirganiya mirovan bigirin.