Li Bexdayê dest bi ser 35 mûşekan de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li başûrê Bexdayê dest danîn ser barhilgirekê ku 35 mûşek tê de bûn û 3 çekdarên girêdayî komên çekdar ên neyasayî jî binçav kirin.

Li gorî zanyariyan, duh 6ê Mijdarê danê êvarê, li devera Letîfiye ya li başûrê Bexdayê, barhilgireke ji cureya "Hino" ku sê çekdar tê de bûn û 35 mûşek lê bar kirî bûn, xwastiye bi rêyeke qaçax ber bi devera Cûrf el-Sexir a li ser sînorê parêzgeha Babîlê ve biçe.

Hat ragihandin ku saziyên ewlehiyê li ser bingeha agahiyên hûr ên îstixbaratî, çavdêriya tevgera barhilgirê kirine û di operasyoneke bilez de, karîne dest deynin ser barhilgir û mûşekan, her wiha her sê çekdarên di nav de jî desteser bikin.

Li gorî lêpirsînên destpêkê, diyar bûye ku ew her sê çekdar ser bi "Lîwaya 15an a koma Rûhullah" ve ne û niha ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêpirsîneke kûr bi wan re tê kirin.

Ev bûyer di demekê de ye, di heyamên borî de hikûmeta Iraqê fişareke zêde xistibû ser komên çekdar da ku çekên xwe deynin. Tevî ku komên wek Hizbullah û Nuceba berê ragihandibûn ew çekdanînê bi ti awayî qebûl nakin, lê bo demekê çalakiya xwe rawestandibûn.

Desteserkirina van mûşekan nîşan dide ku komên çekdar dest ji çekên xwe bernedane, lê belê mijûlî xwe-rêxistinkirinê ne û li hember her egera derketina şer û pevçûnan di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de di rewşa amadebaşiyê de ne, da ku bi veguhastina çek û mûşekan bo deverên stratejîk ên wek Cûrf el-Sexirê, xwe bo her senaryoyeke nexwestî ya li herêmê amade bikin.