Mafên Mirovan: Bermayiyên şer metirsî bo jîngeha Iraqê çêkiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Stratejîk a Mafên Mirovan li Iraqê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku bandorên xerabker ên şer û pevçûnên çekdarî li ser jîngehê piştî bidawîbûna operasyonên leşkerî jî bi dehan salan berdewam dikin û jiyana nifşên niha û yên pêşerojê dixin metirsiyê. .

Navendê bi boneya "Roja Navneteweyî ya Rêgirtin li Bikaranîna Jîngehê di Şeran de" ragihand ku têkdana çavkaniyên avê, xak û hewayê û bikaranîna wan wekî amrazê şer, binpêkirina yasayên navneteweyî ye.

Amaje bi wê hate kirin ku Protokola Yekem a Peymanên Cenevreyê ya sala 1977an zirarên berfireh û demdirêj ên li ser sirûştê bi temamî qedexe dike.

Amarên metirsîdar ên li ser Iraqê

Li gorî raportê, şer û qeyranên navxweyî derbên giran li jîngeha Iraqê dane:

- Axa mînkirî: Li gorî daneyên Ofîsa Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Mînan (UNMAS), nêzîkî 2,583 kîlometre çargoşe ji axa Iraqê bi mîn û teqemeniyên şer qirêj e. Vê yekê rê li ber çandinî, avakirin û vegera awareyan girtiye.

- Zirarên madî û sirûştî: Li gorî nirxandinên Banka Cîhanî, zirarên giştî yên li ser kertên jîngehî gihîştine nêzîkî 3.5 trîlyon dînarê iraqî, ligel xetereya jinavçûna heta %47ê daristanên sirûştî yên vî welatî.

Di dawiya raportê de, Navenda Stratejîk bang li hikûmeta Iraqê kir ku pêngavên paqijkirina mînan bilezîne, zeviyên çandiniyê sererast bike û pilaneke giştî ya niştimanî ji bo çareserkirina qirêjiya ji şeran mayî deyne holê. Her wiha daxwaz kir ku binpêkirinên jîngehî bên tomarkirin û bikerên wan li gorî dadweriya navdewletî bên cezakirin.