Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaza navên endamên Lîjneya Qanûnî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemî fraksiyonan kir ku heta sibe navên nûnerên xwe yên ji bo Lîjneya Qanûnî radest bikin, daku lîjne dest bi karên xwe bike.
Sekreteriya Parlamentoya Kurdistanê Mona Qehweçî îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku herwekî ku ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve daxwaz ji fraksiyonan hatibû kirin, ew daxwaz ji hemî fraksiyonên parlamentoyê dikin ku heta sibe navên endamên xwe ji bo Lîjneya Qanûnî pêşkêş bikin, daku ew lîjne dest bi karên xwe bike.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê jî, çend fraksiyonan navên xwe amade kirine û îro û sibe radestî Desteya Serokatiya Parlamentoyê dikin. Lîjneya Qanûnî yek ji lîjneyên herî girîng û bibandor e di Parlamentoya Kurdistanê de, ku piraniya projeqanûnan ji bo diyarkirina rêçika qanûnî arasteyî vê lîjneyê tên kirin.
Parlamentoya Kurdistanê li roja 4ê Mijdara 2026ê bi amadebûna 52 parlamenteran hat çalakkirin û Desteya Serokatiyê hat hilbijartin; Vala Ferîd bi 52 dengan wekî Seroka Parlamentoyê, Ramî Nûrî bi 52 dengan wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Mona Qehweçî bi 52 dengan wekî Sekreteriya Parlamentoyê hatin hilbijartin.