Êrîşî Zeviya Kormorê hat kirin; Çavkaniyên êrîşê ji K24ê re hatin eşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zeviya Kormorê ya Gazê li Çemçemalê hat armanckirin û zirarên madî yên mezin gihandin para berhemanîna gaza malan û bû sedema şewateka mezin û rawestandina proseya berhemanîna gazê li nav wê zeviyê. Çendîn çavkaniyên fermî yên hewalgîrî û artêşa Îraqê zanyarên nû li ser êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê û cihê arastekirina wê dronê eşkere kirin û ragihand ku "ew dron ji aliyê Xurmatoyê ve hatiye arastekirin".

Efserekî hewalgîriya artêşa Îraqê bi pileya eqîd serê sibeha îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew drona şeva borî ber bi Zeviya Kormorê ve hatibû arastekirin, li gorî dengê firîna wê, diyar bûye ku ew ji aliyê qezaya Xurmatoyê ve hatiye arastekirin.

Herwiha li gorî gotina zêrevanên Zeviya Kormorê ku ji Kurdistan24ê re axivîne, bi heman awayî amaje bi wê yekê daye ku dengê wê dronê bihîstiye û ji aliyê qezaya Xurmatoyê ve ber bi wê zeviyê ve hatiye arastekirin.

Ji aliyekî din ve jî, Fermandariya Lîwaya Duyê ya Hevpar a hêzên Îraqê li Westgeha Deriyê Sereke yê Xurmatoyê piştrast kir ku hêzên wan berî êrîşê, dengê firîna wê dronê li asmanê deverê ji aliyê Xurmatoyê ve bihîstiye. Herwisa tîmên lêkolînê û hêzên ewlehiyê li ser komkirina belgeyên zêdetir berdewam in, daku çavkaniya wê êrîşê û eşkerekirina aliyê berpirs destnîşan bikin.

Duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne. 

Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.