Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Etbeya Huseynî ya Pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Etbeya Huseynî ya Pîroz bi serokatiya Şêx Elî Elqerawî kir û di hevdîtinê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên dîrokî û pêkvejiyana pêkhateyan hat kirin.

Baregeha Barzanî îro 9ê Mijdara 2026an bi daxuyaniyekê ragihand, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şanda Etbeya Huseynî ya Pîroz bi serokatiya Şêx Elî Elqerawî kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera navendên olî û mezhebî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de hat kirin. Her wiha tekezî li ser berdewamiya wan pêwendiyan û bihêzkirina giyanê tebayî, birayetî û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê de hat kirin.