Samanên Sirûştî: Bexda gaza malan bo Herêma Kurdistanê dabîn dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê razîbûna xwe da ku heta asayîbûna berhemanînê li kêlgeha Kormorê, birê pêwîst ê gaza şil ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bê dabînkirin.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê îro 9ê Mijdarê bi daxuyaniyekê belav kir, Serokwezîrê Federal ê Iraqê Wezareta Petrolê ya Iraqê raspardiye da ku pêdiviya Herêma Kurdistanê ya bi gaza şil dabîn bike, heta ku kêlgeha gaza Kormorê dest bi berhemanînê dike.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Wezareta Samanên Sirûştî dilniyayî da welatiyan û ragihand: "Em dê hemû hewlên xwe bidin da ku di vê heyamê de û heta vegera berhemanîna gaza Kormorê ya bo rewşa asayî, ti kêşe û kêmasiyek di peydakirina gaza malan de dernekeve."