Ebdulxefar: Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û budceyê lihevkirineke gelek baş kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Îraqê ragihand ku civînên di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezarî ya Îraqê de berdewam in û gihiştine lihevkirineke gelek baş, herwisa mekanîzmek bo awayê birêvebirina petrolê hatiye dîtin.

Berdevkê Fraksiyona Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Îraqê Daner Ebdulxefar, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezarî ya Îraqê berdewam e; li ser bingeha wê xeta sereke ya ku duhî di civîna di navbera Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî de hatibûn diyarkirin, lihevkirineke gelek baş di berjewendiya her du aliyan de hatiye kirin."

Daner Ebdulxefar amaje bi wê yekê jî da ku ew bi geşbînî li wan hevfêmkirin û lihevkirinan dinêrin û got: "Em hêvîdar in mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê di qanûna budceya sala bê de bên cîgirkirin û tu asteng û giriftek jê re neyê çêkirin."

Di derheqa dosyeya petrol û enerjiyê de jî, Berdevkê Fraksiyona PDKê eşkere kir: "Di civîn û lihevkirina duhî de, mekanîzmeke guncayî bo awayê birêvebirina pirsa petrolê hatiye dîtin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, serdana xwe ya îro bo Bexdayê û civînên xwe yên ligel Serokwezîrê Îraqê û wezîrên darayî û petrolê gelek giring û berhemdar wesf kirin, amaje bi wê yekê jî da ku tekez li ser mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê kirine û gihiştine encamekê, ku di berjewendiya tevaya Îraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Mesrûr Barzanî di derheqa dosyeya budce û mafên darayî de ron kir ku ligel Serokwezîrê Îraqê gihiştine wê lihevkirinê ku mûçeyên Herêma Kurdistanê misoger û berdewam bin, herwisa li ser mafên darayî yên din jî hevfêmkirin û mekanîzma guncayî hatiye diyarkirin, bi taybetî li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê wekî yek herêm û yek mîzanî serederî ligel bê kirin û bo tevaya Herêmê bê terxankirin.

Di tewerekê dî yê wê civînê de jî, Mesrûr Barzanî behsa zeviya Kormorê kir û tekez kir ku her du alî yek bûn ku divê êrîşkirina li ser zeviyên petrol û gazê bê bidawîanîn. Mesrûr Barzanî êrîşbirkirina ser jêrxaneya aborî ya welat şermezar kir û hêvî xwest ku ew lijneya ku bo lêkolînkirina êrîşa ser Kormorê hatiye pêkanîn bigihêje encamê daku tawanbar bigihin cezayê qanûnî xwe.

Di derheqa kertê petrolê de jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Hewlêr û Bexda li ser rêbaza siyaseta petrolê ya hevpar li seranserê Îraqê û Herêma Kurdistanê di zêdekirina berhema petrolê de hevnerîn in, pêxemetî wê yekê jî mekanîzma pêdivî bo hevahengî û hevkariya zêdetir ligel hikûmeta federalî hatiye nîqaşkirin.