Îraqê rê li dadana balafireke Îranê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Îraqê îro Sêşem, 10ê Mijdara 2026ê, rê li dadana balafira hilbijartiyê futbolê yê Îranê li Balafirxaneya Navdewletî ya Besrayê girt, ev jî bi sedema wan cezayan bû yên ku Amerîkayê li ser xeta asmanî ya Îranî sepandine.

Di wî warî de, ajansa ISNAyê ya Îranî belav kir ku hilbijartiyê futbolê yê Îranê bo tevlîbûna di pêşbaziyeke çaralî de li Besrayê, bi balafirê ber bi Abadanê difire û paşê bi rêya bejayî diçe Besrayê.

Xeta asmanî ya Varê jî, ku erkê veguhastina hilbijareyê wê li ser milê wê ye, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Tevî wergirtina razîbûnê ji Desthilata Balafirvaniya Medenî ya Îraqê bo kirina geşteke rasterast ji Tehranê bo Besrayê, dezgehên dewleta Îraqê di kêliya dawiyê de ew geşt betal kir."

Xeta asmanî ya navbirî tekez jî kir ku geşta wê tîmê bo Abadanê dê li gorî xişteya diyarkirî berdewam be û paşê lîstikvan dê bi rêya bejayî bigihêjin Besrayê. Kompaniya Varê jî nîgeraniya xwe ji vê rêkara neasayî diyar kir û ragihand ku ew bi rêya aliyên peywendîdar vê rewşê dişopînin.

Biryar e ku ew pêşbazî di 9 heta 17ê vê mehê de li Yarîgeha Navdewletî ya Besrayê bi tevlîbûna hilbijartiyên Îraq, Îran, Libnan û Felestînê wekî amadekariyekê bo Cama Asyayê ya 2027ê bê birêvebirin. Li gorî zanyarên “Tehran Times”ê, Îran di yariya xwe ya yekê de rûbirûyî Felestînê dibe. Medyayên werzişî amaje bi wê yekê kiriye ku ev cara yekê ye di dema zêdetirî 25 salan de, hilbijartiyekê futbolê yê Îranê li ser axa Îraqê yariyê dike.

Ev arêşeya ku bi geştên asmanî ve girêdayî ye ligel guhertinên deverê û biryarên Gencîneya Amerîkayê hevdem e. Di 8ê Îlonê de, Waşintonê ceza li ser 36 aliyên peywendîdar bi kertê balafirvaniya Îranê de sepand.