Pêşmergeyê Îlon û Gulanê Zubeyr Ebdula Babzdîn wexera dawiyê kir

Erşîv
Erşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşmergeyê dêrîn ê Şoreşên Îlon û Gulanê Zubeyr Ebdula Babzdîn di jiyê 87 saliyê de li nexweşxaneyeke taybet a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ku li wê derê dihat dermankirin, wexera dawiyê kir û cenazeyê wî bo Herêma Barzanê tê veguhastin daku bê veşartin.

Zubeyr Ebdula Babzdîn, ku bavê Fermandarê Hêza Barzanê General Ziyab Zubeyr Ebdula ye, piştî wexerkirina wî, cenazeyê wî bi bizavên karsazê Wanê Muzaffer Aydin û bi rêya wesayîta veguhastina cenazeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ber bi devera Şemzînanê ve hat veguhastin.

Biryar e ku cenazeyê Xudêjêrazî bi wesayîta Şaredariya Şemzînanê bo Deriyê Sînorî yê Omrukluyê li ser sînorê Derecîkê bê veguhastin û bo Herêma Kurdistanê bê şandin. Cenazeyê Pêşmergeyê qehreman dê sibe di merasîmekê de li gundê Kanîbotê yê Herêma Barzanê bê veşartin.