Erdogan: Em bizavê bo hêwirkirina aloziyên navbera Amerîka û Îranê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê di civînekê de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi hevahengî ligel welatên deverê, di hewleke berdewam û cidî de ne bo hêwirkirina girjî û alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Antalyayê û di çarçoveya Lûtkeya Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de, ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres civiya.
Di dema wê civînê de, Erdogan tekez li ser rola welatê xwe li deverê kir û amaje bi wê yekê da ku Tirkiye bi rêya kanalên dîplomasî û bi hevkariya welatên deverê di bizaveka cidî de ye, bi armanca hêwirkirina aloziyên di navbera Waşinton û Tehranê de.
Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, Serokkomarê Tirkiyeyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî rewşa cengê ya navbera Rûsya û Ukraynayê jî nîqaş kir. Di wî warî de, Erdogan ragihand ku Enqere amade ye careka din rola navbeynkariyê bo bidawîanîna wê cengê bibîne.
Konferansa COP31ê, ku ji 9 heta 20ê Mijdara 2026ê li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê bi rê ve diçe, yek ji girîngtirîn rûdanên jîngehî û siyasî yên cîhanê ye bo danana nexşerêya rûbirûbûna guhartina avûhewayê, ku li "Antalya Expo Center"ê bi rê ve diçe. Nûnerên nêzîkî 200 welatan û bi dehan serok û serkirdeyên cîhanê tevlî wê dibin.