Di Proseya Aştiyê de çav li biryara MGKê ne
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê desthilatê ve wekî “Modela Tirkiyeyê” tê pênasekirin de çav li civîna Lijneya Ewlehiya Niştimanî (MGK) ne. Li gorî daxuyaniyên desthilat û opozîsyonê di pêvajoyê de tu xitimandin nîne û bi biryara MGKê re tê sekirin ku di mehên pêş de gavên bileztir bên avêtin.
Li Tirkiyeyê tevî ku yaseya çarçoveyê ya proseya aştiyê li parlamentoyê hate qebûlkirin û di rojnameya fermî de hatiye weşandin jî ji ber ku ketina wê ya meriyetê bi şertê ku Lijneya Ewlehiya Niştimanî ragihîne “PKKê çek danîne û xwe fesix kiriye” hatiye girêdan, hêj nehatiye cibîcîkirin.
Ligel ku gazin û fikar zêde dibin ku desthilat di avêtina gavan de lezê nake û proseyê bi giranî birêve dibe, Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê parlamentoya Tirkiyeyê ango desthilat vê proseyê wekî Modela Tirkiyeyê pênase dikin û radigihînin ku êdî ji proseyê veger tune ye û pêvajo wekî projeyeke dewletê tê birêvebirin.
Parlamenterê AK Partiyê Yê Bursayê Kanî Torun di vî warî de ragihand: “Çarçoveya pêvajoyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve, bi aştiya tevahiya herêmê re girêdayî ye. Pêvajo di bin xwedîderketina Parlamentoya Tirkiyeyê de bi saxlemî dimeşe û ev yek gotegotên “hêdîbûnê” ji hole radike. Modela Tirkiyeyê jî xwedî taybetmendiyên xweser e û çareseriyeke ji welatên din cûda ye ku ezmûnên şer û pevçûn û aştiyê yên her welatî ji yên din cudatir e.”
Parlamenterên partiyên opozîsyona Tirkiyeyê jî radigînin ku di proseyê de tu xitimandin nîne û ger Lijneya Ewlehiya Niştimanî biryara xwe dawiya vê mehê ragihîne eger heye ku prose bileztir birêve biçe û di her du mehên şunde gavên xurttir bên avêtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Cengîz Çandar jî ragihand: “Pêvajo nerawestiyaye, hêdî be jî bi pêş ve diçe. Rexneyên raya giştî ku dibêjin “pêvajo sekiniye” nîşan nadin ku pêvajo bi dawî bûye; berovajî wê,nîşaneya hêviya avêtina gavên bileztir û bi biryardar in. Dema krîtîk civîna MGKê ye,dê di dawiya mehê de pêk bê. Ger ji civînê biryara cibicîkirina yasaya çarçoveyê derkeve, dê di mehên Berfembar û Çile de pêvajo bi rengekî diyar bilez bibe; lê bi derengî bikeve pêvajo dê dirêjtir bibe.”
Parlamenterê Partiya DEVAyê yê Mersînê Mehmet Emîn Ekmen jî got: “Pêvajo bêyî tu astengî û xitimandinê pêşve diçe û agahiyên li paş perdeyê jî vê rewşê piştrast dikin. PêvajoYA ku bi destpêşxeriya Bahçelî, bersiva Ocalan û pejirandina Erdogan dest pê kiribû, îro bi komîsyonên meclisê û lijneyên serokkomariyê bûye xwedî çarçoveyeke zelal. Taybetmendiya herî girîng û resen a vê modelê ku ji mînakên cîhanê cuda ye ew e ku pêşî çekdanîn û paşê jî demokratîkbûnê dike armanc.”
Proseya ku bi bangawaziya Bahçelî, tevlîbûna Ocalan û pejirandina Erdogan dest pê kiribû, îro êdî veguheriye “modela Tirkiyeyê”. Avakirina komîsyonên meclisê û lijneyên li serokkomariyê avahîsaziya vê modelê diyar dikin. Taybetmendiya herî resen a vê modelê ku ji mînakên din ên cîhanê cûda dibe ew e ku di rêza yekem de silahsızlanmayê, di rêza duyem de jî demokratîkbûnê dike armanc.
Herwiha serokê saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî ragihand ku çareserî ne tenê bi çekdanînê ye, bi demokratîkbûneke kûr pêkan e û lewma divê ji bo PKKê yasayên nû bên derxistin û pêvajo “li ser du lingan” bimeşe. Kalin diyar kir ku lingê yekem ê pêvajoyê çekdanîn e, yê duyem jî dîtina çareseriyê ya ji bo sedemên bingehîn.