Yekemîn Festîvala Zeytûnê li Efrînê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Parêzgeha Helebê, Rêveberiya Herêma Efrînê û Komeleya Kurên Zeytûnê, Yekemîn Festîvala Zeytûnê di rojên 18 û 19ê Mijdara 2026an de li herêma Efrînê tê lidarxistin. Ev çalakî bi armanca pîrozkirina werzê çinîna zeytûnê û piştevaniya cotkarên herêmê pêk tê.
Herêma Efrînê ku bi zêdetirî 18 milyon darên xwe yên zeytûnê navdar e, îsal Yekemîn Festîvala Zeytûnê tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, Berpirsa Komeleya Kurên Zeytûnê Kîfah Murad di hevpeyvîneke taybet de ji Kurdistan24ê re hemû hûrgilî, armanc û peyamên li pişt lidarxistina vê festîvalê aşkere kirin.
"Zeytûn nasnameya me ye"
Li gorî gotina Kîfah Murad, ramana sereke ya vê festîvalê pîrozkirina werzê çinîna zeytûnê ye wek sembola herî diyar a aborî û çandî ya herêma Efrînê. Festîval armanc dike ku bala civakê bikişîne ser kalîteya bilind a berhemên herêmî û hevgirtina xelkê li dora vê dara pîroz xurt bike.
Kîfah Murad bal kişand ser armancên sereke yên festîvalê û diyar kir ku armanca pêşîn piştgirîkirina cotkaran, berhemhênerên biçûk û destkarên herêmê ye, da ku derfetek ji wan re bê afirandin ku berhemên xwe nîşan bidin. Her wiha vejandina liv û tevgera bazirganî, danasîna rêbazên nûjen ên çinîn û guvaştina zeytûnê ji bo bidestxistina kalîteya herî bilind û belavkirina keşûhewayeke cejnî û hevgirtina civakî di navbera xelkê herêmê û mêvanan de, armancên din ên sereke ne.
Derbarê peyama festîvalê de, Murad tekez kir: "Peyama me ya navxweyî ew e ku zeytûn nasname û rehên me yên kûr ên li ser vê axê ne. Ev festîval peyameke piştevaniyê ye da ku bide xuyakirin ku keda cotkar û berhemênerên xwecihî, bingeha aramî û aboriya Efrînê ye. Ji aliyê derve ve jî, em dixwazin nîşan bidin ku Efrîn xwedî zeyt û berhemên bi standardên cîhanî ye û em dixwazin vê herêma resen careke din bixin ser nexşeya berhemanîn û hinardekirinê."
Çalakiyên du rojan: Huner, şano û semînerên çandiniyê
Festîval dê di her du rojan de (18 û 19ê Mijdarê) ji saet 10:00ê sibehê heta 07:00ê êvarê bi bernameyeke dewlemend deriyên xwe li pêşberî mêvanan vekirî bihêle.
Bernameya festîvalê ji çend beşan pêk tê:
- Pêşangeha berheman: Cihên diyarkirî ji bo nîşandana berhemên çandiniyê, pîşesazî û berhemên hunerî.
- Panel û komxebat: Rûniştinên taybet bi amadebûna pisporên çandiniyê li ser baştirîn rêbazên komkirin, embarkirin û pîvanên hevçerx ên guvaştina zeytûnê (paqijî, jîngeh û rêjeya tirşiyê/asîdê) da ku zeyteke saxlem bê bidestxistin.
- Şevbuhêrk û şahiyên folklorî: Pêşkêşkirina berhemên hunerî û şênahiyên gelêrî yên ku çanda xelkê Efrînê û kêfxweşiya wan a bi demsala dirûnê nîşan didin.
Çi tê pêşandan? Ji zeytê heta peykerên ji dara zeytûnê
Pêşangeha festîvalê dê bibe qada cûrbecûr berheman, ji wan:
- Berhema zeytûnê: Cureyên cuda yên zeytûnên ser sifrê.
- Zeyta zeytûnê: Zeyta xwerû ya herî bikalîte.
- Pîşesaziya veguherînê: Sabûna xarê ya xwezayî û berhemên cuda yên madeyên ku ji zeytê tên çêkirin.
- Karên destî û hunerî: Tabloyên şêwekariyê yên ku ji werzê çinînê û sirûşta herêmê, li gel peyker û amûrên kevnar ên ku ji dara zeytûnê hatine çêkirin.
- Xwarin û mûne: Berhemên gundewarî yên xwerû yên girêdayî xwarin û mûneya zivistanê ya pêjgeha Efrînê.
Di festîvalê de bi dehan alî beşdar dibin; di nav wan de cotkarên gund û navçeyên cuda yên Efrînê, xwediyên guvaştekên nûjen, kompanyayên pakkirinê, hunermendên şêwekar û karên bi destan.
Bazara rasterast û şikandina qirika navbeynkaran
Yek ji xalên herî girîng ên ku Kîfah Murad amaje pê kir, piştgiriya aborî ya ji bo cotkaran e. Festîval dê wek pireke rasterast be di navbera cotkar, bazirgan û kiryaran de, daku navbeynkar (dilal) ji holê rabin û keda cotkar neyê xwarin. Her wiha kişandina bala bazirgan û aliyên peywendîdar ên li derveyî sînorên herêmê bo ser berhemên xwecihî, bi mebesta asankirina girêbest û şandina berheman."
Ji bo xelk û serdankeran jî, dê beşên taybet ên firotina rasterast hebin ku berhem bi bihayên guncaw, bi daxistinên taybet ên festîvalê û bi kalîteyeke piştrastkirî raberî welatiyan bên kirin, da ku mûneya xwe rasterast ji destê yekem peyda bikin.
Hevkarî, rûbirûbûna astengiyan û paşeroja festîvalê
Derbarê birêvebirina vî karê mezin de, Kîfah Murad da zanîn ku hevrêziyeke xurt di navbera saziyên îdarî, Komeleya Kurên Zeytûnê û civaka herêmî de heye. Rêveberiya herêmê û Parêzgehê erkê piştgiriya lojîstîk, ewlehî û xizmetguzariyê girtine ser milê xwe; Komele berpirsa plansazî, girêdana pêwendiyan bi cotkaran re û bernameya qadê ye; muxtar, karsaz û çalakvanên civakî jî di warê hevgirtin û hevkariyê de roleke çalak dilîsin.
Tevî zehmetiyên girêdayî lojîstîk, lêçûn û dabînkirina qadên guncaw ji bo hemû beşdaran, bi riya komîteyên hevbeş û hevkariya giştî ev astengî hatine derbaskirin.
Kîfah Murad di dawiya axaftina xwe de ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew çaverêya hatina hejmareke mezin ji xelkê herêmê, şandeyên medyayî, cotkar û bazirganên ji deverên cîran dikin. Herwiha tekez kir jî, ev festîval dê bi tenê ji bo îsal nemîne, lê belê armanc ew e ku bibe kevneşopiyeke salane ya berdewam, daku her sal di demsala çinînê de nasname û aboriya Efrînê bê vejandin.