Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê digihîne ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro 11ê Mijdara 2026an, di konferanseke rojnamevanî de plansazî û pêngavên dezgehê yên ji bo alîkarîkirina zîyandîtiyên lehiya vê dawiyê ya li bajarê Hewlêrê aşkere kirin.

Mûsa Ehmed diyar kir ku ji xulekên destpêkê yên rabûna lehiyê ve, 15 tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya li gel tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketine qadê û heta niha zêdetirî 1.447 cihên ku di encama lehiyê de zirar dîtine, tomar kirine.

Serokê BCFyê da zanîn ku di vê qonaxê de alîkarî dê pêşkêşî 541 malbatên ziyandîtî yên Hewlêrê bê kirin û got: "Îro alîkarî digihe 300 malbatên li her du taxên Sêberdan û Şêx Ehmed. Di çend rojên bê de jî alîkarî dê li ser 241 malbatên din ên ziyandîtî were dabeşkirin."

Derbarê naveroka alîkariyan de, Ehmed destnîşan kir ku beriya hatina sermaya zivistanê, ji bo her malbateke ziyandîtî 100 lître nefta germkirinê tê dabînkirin. Her wiha alîkarî du ferş, betanî, doşek û kelûpelên din ên sereke yên wek pakêtên xwarinê, şorbe û şîrê zarokan li xwe digire.

Pêleke bihêz a baranbarînê ji roja pêncşemê, 5ê Mijdara 2026an ve piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê girtibû bin bandora xwe û şeva şemiyê, 7ê Mijdarê gihiştibû asta herî bilind. Barîna rêjeyeke pir zêde ya baranê di demeke kin de bû sedema çêbûna lehiyê li çendîn tax û kolanên Hewlêrê û astengiyeke mezin xistibû ber tevgera welatiyan.

Li gorî amarên fermî yên hatine ragihandin, di encama lehiyê de li Hewlêrê du kesan canê xwe ji dest da; yek ji wan zarokekî 5 salî yê bi navê Mistefa bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqîbû.