Nêçîrvan Barzanî û Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên çespandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokkomarê Sûriyeyê civiya û her du aliyan pêşvebirina peywendiyên Şamê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn û pirsa misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de nîqaş kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê di çarçoveya lûtkeya keşûhewayê de, ligel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera civiya.
Di wê hevdîtinê de, peywendiyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin û tekez li ser pêşvebirin û berfirehkirina asta hevkarî û hevahengiya dualî di warên cuda cuda de hat kirin, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar û pêşxistina deverê bike.
Di derheqa rewşa Rojhilata Navîn û aloziyên deverê de jî, her du alî li ser giringiya penabirina ji bo diyalogê û çareseriya aştiyane û dîplomasî bo rêgirtina li mezinbûna qeyranan hevnerîn bûn.
Rewşa Kurdan li Sûriyeyê tewerekê din ê giring a wê hevdîtinê bû, ku tê de Nêçîrvan Barzanî îsrar li ser parastina mafên rewa yên gelê Kurd û çespandin û misogerkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.
Herwisa Serokê Herêma Kurdistanê hêvîdariya xwe diyar kir ku Ehmed Şera di paşerojeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike, herwisa nîqaşkirina çend pirsên din ên ji bo herdu aliyan giring ew hevdîtin bidawî anî.