Yurtdaş: Di rastiyê de pêvajo di nasîna mafên Kurdan de xetimiye
Diyarbekir (K24) – Li aliyekê Serokê Parlementoya Tirkiyeyê bo pêkanîna Komîsyona Çavdêriya yasaya pêvajoyê serdana partiyên siyasî dike û dibêje pêvajo li ser zemîna asayî dimeşe, li aliyekê rexne li pêvajoyê tê kirin û tê gotin ku pêvajo ji ber neavêtina gavên şênber xetimiye. Mafnas jî balê dikêşin ku divê were zanîn ku pirsa kurd ji ber nenasîna mafên rewa yên kurdan derketiye holê û bikaranîna çekan encama nenasînê ye ku pirsa kurd bi nasîna mafên kurdan çareser dibe. Beşek partiyên opozîsyonê jî dibêjin sedema xetimandina pêvajoyê ew e ku hîn jî çej nehatine danîn.
Pêvajoya ku ji aliyê desthilatê ve wek pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û ji aliyê DemPartiyê ve wek pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê binavkirin niha di qonaxa pesendbkirina çekdanîna PKKê ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve de rawestiyaye.
Her çiqas bi serdana serokê Parlementoyê ya bo partiyên siyasî di çarçoveya avakirina komisyona çavdêriyê de liv û tevgerek xistibe nava pêvajoyê jî mafnas balê dikêşin ku pêvajo ne ji ber çeknedanîna PKKê xetimiye di rastiyê de pêvajo di warê nasîna mafên rewa yên kurdan de xetimiye ku ji xwe PKKê û Dewletê bi çekdanîna li hev kirine û ev yek jî li gorî nexşerêya hatî diyarkirin dimeşe.
Mafnas Sedat Yurtdaş di vî warî de ragihand: “Xitimandin di pirsa kurd ya esasî de di nasîna mafên rewa yên kurdan de derketiye holê, dema kurd wek milletek were nasîn wê demê dê wateyek a entegrasyonê çê bibe.”
Beşek ji partiyên opozîsyonê jî dibêjin ji ber ku çekdanîn bi temamî pêk nehatiye pêvajo xetimiye û dema ku bi temamîn çek ji holê rabin wê demê dê Parlementoya Tirkiyeyê jî bikaribe peywira xwe baştir bi cih bîne.
Serokê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) Onder Aksakal jî ragihand: “Ev pêvajo pêvajoyek baş e, em piştgiriya wê dikin, heta dikarim bêjim ku pêvajoyek derengmayî ye. Niha tişta ku pêvajoyê dixetimîne ew e ku PKKê bi temamîn çek nedaniye, divê PKK bi temamî çekan deyne da ku parlemento bikaribe karê xwe bike. Ez jî di komîsyona Hevgirtina Neteweyî biratî û demokrasiyê de bum bi rastî encamnameyek baş jê derket. Derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de jî dibêjim mafek zwezayî ye û yê herkesî ye.”
Mafnas dibêjin pêvajo di nasîna mafên rewa yên kurdan de xetimiye, opozîsyon dibêje pêvajo ji ber ku PKKê bi temamî çeknedaniye xetimiye.